TJA dê sibê biçe Çinarê 2024-06-21 16:52:07       AMED – TJA dê serdana  Çinarê bike.   Piştî şewata ku bi şev di navbera navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de derket, li herêmê seferberî berdewam dike. Piştî şewata ku gelek kes û ajal jiyana xwe ji dest dan, 2 kesên jiyana xwe ji dest dabûn danê sibehê hatin definkirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) jî wê sibe bi beşdariya aktîvîstên ji Riha, Amed, Mêrdîn û Êlihê serdana gundên şewitî bike.