Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan derket 12'yan 2024-06-21 16:21:17       MÊRDÎN - Hejmara kesên di şewata li Şemrexê de jiyana xwe ji dest dan derket 12'yan.    Di şewata ku ji ber çirûskên têlên elektrîkê yên li taxên gund ên navçeyên Çinar û Şemrexê di demeke kurt de li qadeke berfireh belav bû, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 12'yan.    6 kesên ji taxa Kelekê ya gundê Şemrexê jiyana xwe ji dest dan danê sibehê 2 kes hatin definkirin. Otopsiya 4 kesan dewam dike.    Li aliyê din li Navçeya Topiniyê ya Çinarê gelek sewalan jiyana xwe ji dest dan, gundî ji bo sewalên xwe yên birîndar li benda piştgiriyê ne.    Navê kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Resûl Yilmaz, Şeyhmus Demîr, Mezher Demîr, Remzî Yilmaz, Îsmaîl Yardimcî, Abdullah Buğdaycî, Sînan Devîren.