Serra Bûcak:Sedema şewatê xemsarî ye! 2024-06-21 15:03:52       AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, diyar kir ku rayedaran dereng mudaxeleyî şewata li Mêrdîn û Amedê kirine û got, "Piştî saetan destwerdana hewayî pêk hat, ji ber vê yekê xisara ji ber şewatê derketiye asteke bi êştir."   Şewata ku duh bi şev di navbera navçeya Şemrexa Mêrdînê û navçeya Çinarê ya Amedê  de derket, mezin bû û li cihên niştecihbûnê belav bû. Ji ber ku şewat mezin bû û gundî malên xwe terikandin, danê sibehê dîmenên şewatê derketin holê. Li gel gelek sewalan gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Di saetên krîtîk ên ewil ên şewatê de ji tu wezîran daxuyanî nehat dayîn, tevî hewcedariya bi helîkopterê jî ji hewayê mudaxele li şewatê nehat kirin.    Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak têkildarî karesata şewatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da.    'Derengmayîna destwerdana hewayî bû sedema wêraniyê'   Serra ji bo xizmên welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û wiha got: "Ji ber meznahiya qada şewatê, helbet ev destwerdan tenê bi hewldanên gelê herêmê û Şaredariyê têrê nake Destwerdana asmanî piştî çend demjimêran pêk hat, di encamê de ziyanên ku ji ber şewatê derketibûn gihiştin asteke bi êştir,"   'Sedema şewatê xemsarî ye'   Serra her wiha destnîşan kir ku li gorî daxuyaniyên destpêkê yên welatiyan, gotina ku şewat di encama şewateke basît de derketiye û  got: “Li gorî îfadeyên gundiyan, tevî ku gelek caran DEDAŞ'ê hişyar kirine jî, çirûska têlên elektrîkê yên li ser stûnan ku bi salan nehatine guhertin, di demeke pir kin de li dehan taxan peşkên wan belav bûne. Di şert û mercên dijwar ên havînê de ku li herêma me tê jiyîn, qet nayê qebûlkirin ku stûnên elektrîkê û trafo bên îhmalkirin û li gorî daxwazan tevnegerin."    'Ji bo dermankirina birînan em ê xebatên xwe bidomînin'   Serrayê da zanîn ku wêranî û êşa ku ji ber karesatê çêbûye her ku hewa germ dibe zêdetir xuya dike û wiha got: “Ziyana şewatê li mal, embar, ax, nebat û sewalan di aseteke eternak de ye. lazim e ku birîn di zûtirîn dem de bên pêçandin. Weke Şaredariya Bajarê Mezin ji duh bi şev û vir ve ji bo vemirandina agir bi wesayit, alav û personelên dezgehên xwe yên agirkujê em dixebitin, niha jî em ê bi hevgirtinê xebatên xwe bidomînin û birînên xwe derman bikin.”