Li Şemrex û Çinarê qadeke ji 66 kîlometreyan pêk tê şewitî 2024-06-21 13:59:56       AMED - Serokatiya Daîreya Pêşxistina Çolterî ya Şaredariya Amedê bi rêya peykê li herêma şewatê lêkolîn kir û li gorî vê lêkolînê hat gotin ku şewat li qada 66 kîlometre belav bûye.    Serokatiya Daîreya Pêşxistina Çolterî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî şewata li navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê derket, bi rêya peykê li herêma şewatê lêkolîn kir. Li gorî vê lêkolînê û tespîtê hat gotin ku şewat li qada 66 kîlometre belav bûye. Hat diyarkirin ku şewat bi hatina bayê re bi lez li erdên çandiniyê belav bûye. Hat zanîn ku di şewatê de genim, ceh, nîsk, garis û nok xesarê dîtine û bi hezaran dar şewitî ne.