Şewat vemirî, xebatên sarkirinê didomin 2024-06-21 11:44:30       AMED - Şewata duh bi şev di navbera navçeyên Çinarê û Şemrexê de rû da, hat vemirandin û li herêmê xebatên sarkirinê didomin. Bi hezaran donim erazî şewitî.    Duh bi şev ji ber çirûskên ji têlên ceyranê rijiyan li gundên navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê şewatek mezin derket. Şewatê ji gundê Tobiniyê yê Çinarê dest pê kir û li gundên Têznê, Hatdirînê, Reşan, Dêrê, Kelekê, Herberê û Bexcayê yên bi ser Şemrexê ve belav bûn û heta ber Bendava Goksuyê berdewam kir.    Mirov û sewal canê xwe ji dest dan, dar, ber û zevî şewitîn. Ewilî gundiyan û paşê tîmên agirkujiyê yên şaredariyên DEM Partiyê mudaxileyî şewatê kirin. Bi bayê re şewat zû li herêmê belav bû û herî kêm şewat li 10 hezar donim erazî belav bû. Piştî mudaxile û hewla bi saetan şewat hat vemirandin. Xebatên sarkirina li herêma şewatê berdewam dike.    Her wiha di tevahiya şevê de bangên ji bo mudaxeleya hewayî dewam kirin. Lê hat dîtin ku helîkopteran mudaxeleyî şewatê nekir, di navbera her du gundan de piştî siharê saet 05.00’an dema şewat qediya helîkopterê nû av ji Bendava Goksu anî û rijand.   Kesên ji ber şewatê birîndar bûne li nexweşxaneyên Amed, Mêrdîn û Rihayê tên dermankirin.    Sewalên ku di şewatê de mirin û birîndar bûne li eraziyên gundên Tobiniyê û Kelekê sekinandî ne.    Hat zanîn ku bi deh hezaran ton genim û zeviyên garis yên gundiyan şewitî ne û xesar dîtine.    Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) Şaxa Amedê agahiyên ku ketine destê xwe eşkere kir. Di bîlançoyê de der barê rewşa hin welatiyên li taxên Herbere, Tobinî, Şorşîp, Qerxeta û Şemrexê Kelekê yên Çinarê de agahî hatin girtin.   Navê hin welatiyên li gundan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne wiha ne:   Kelekê   Birîndar: Talîha Demîr (bi giranî birîndar e), Fadil Demîr (bi giranî birîndar e), Hogir Demîr (bi giranî birîndar e), Remzî Yilmaz (bi giranî birîndar e), Sînan Devîren (bi giranî birîndar e), Azad Yilmaz (bi giranî birîndar e), Nûrî Demîr (bi giranî birîndar e) û Abdulrezak Demîr (bi giranî birîndar e). Kesên jiyana xwe ji dest dane: Hasan Demîr, Resul Yilmaz, Şeyhmus Demîr û Mezher Demîr.   Herbere   Birîndar: Kerîme Erdemlî (bi giranî birîndar e), Zekiye Erdemlî (bi giranî birîndar e). Kesî jiyana xwe ji dest da: Îsmaîl Yardimci.   Tobinî   Birîndar: Ubeydullah Bugdayci (bi giranî birîndar e) û 10 kesên birîndar ên ku navên wan nehat zanîn.  Kesî ku jiyana xwe ji des da: Abdurrahman Bugdayci.   Şorşîp    Birîndar. Mahsum Tunç   Qerxeta   Birîndar hene lê hejmar û nav nayê zanîn.    Hevşaredar çûn herêmê    Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Ayşe Serra Bûcak û Dogan Hatûn çûn herêma şewatê û piştî lêkolînan çûn serdana birîndarên ku li nexweşxaneyê tedawiya wan didome.   Hevserokan daxuyanî dan   Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, di dema ku şewat belav dibû de mudaxeleya ji hewayî xwestin. Hevserokan wiha gotin: “Mudaxeleya ji bejahî, ne bes e. Bi lezgîn divê ji hewayî mudaxele bê kirin. Ger pêwîst bike, divê alîkariya navneteweyî bê girtin û demildest pêşî li belavbûna şewatê bê girtin.”   Daneyên rast parvebikin   Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal, xîtabî Wezîrê Tenduristiyê û Wezîrê Karên Hundir kir û ev daxuyanî da: “Her du wezîr jî têkildarî vê şewata ku jiyana xwezayî bandor kir û beriya 6 saetan destpê kir, du daxuyaniyên cuda didin. Em agahiyên ku ti eleqeyê wê bi van daxuyaniyên têkildarî windahiyên can, birîndar û kesên winda nîne, bi dest dixin. Şaredariyên me, rêxistinên me yên bajar û navçeyan, parlamenterên me li qadên şewatê, nexweşxaneyan û maseyên krîzê yên hatine afirandin dixebitin. Em bang li amîrtiyên mulkî dikin ku bi heman hewldanê bi şaredariyên me re bixebitin û em bang li wezaretên eleqedar jî dikin ku bi daneyên rast raya giştî agahdar bikin.”