Peyama li dijî qeyûman: Em ê bi hev re bin û bibin yek 2024-06-21 09:04:37       WAN - Şêniyên Wanê piştî 8 sal şûnde bi girseyî cejna hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê pîroz kirin û gotin: "Me dîwarên li dora şaredariyê hilweşand û em ê xwedî li şaredariya xwe derkevin. Em ê bi hev re bin û bibin yek."    Piştî 8 sal şûnde gel berê xwe da Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û cejna hevşaredaran pîroz kir. Bernameya pîrozbahiya cejnê li avahiya şaredariyê ya li taxa Seyit Fehîm Arvasî ya li Rêya Armûşê hat lidarxistin. Girseya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bajêr kom bûn bi meşê berê xwe dan şaredariyê. Li vir girse ji hêla hevşaredar Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ve hatin pêşwazîkirin. Şêniyên taxê jî tevlî pîrozbahiya cejnê bûn.    Jinên ku hatin cejna hevşaredaran pîroz kirin ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn, hest û ramanên xwe anîn ziman.    'Em ê bi hev re bin'   Ayfer Kayahan a ku serdana şaredariyê kir û wiha ji ajansa me re axivî: "Em ji rewşa heyî gelekî kêyfxweş in. Em teqes qeyûm naxwazin. Em dixwazin ku gelê me bi hev re bin û yek bin. Em dixwazin şaredarî bibe muxatabê  me. Kesek dema diçe şaredariyê divê bikaribe derdê xwe vebêje. Heke hevşaredar li cem gelê xwe bin dê gel jî li cem hevşaredaran bin. Em ji bo cejna hevşaredarên xwe pîroz bikin hatin serdana şaredariyê. Îro li vir dîwar nehatin pêşberî me. Em ji rewşa heyî pir kêyfxweş in."    'Dîwarên li dora şaredariyê hatin hilweşadin'   Yildiz Açikel, di salên 90'î de ji Geverê koçberê Wanê bûn û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Me dîwarên li dora şaredariyê hatî danîn hilweşand. Em îro ji bo hevşaredarên xwe bibînin hatin. Em dema hevşaredarên xwe dibînin gelek kêyfxweş dibin. Bi salan e me nedikarî em bên şaredariyê. Ji ber ku me şaredariya xwe ji destê qeyûm rizgar kir em gelek pê dil şad in."    'Em dilşad in'   Sabrîye Abû jî wekî jinên din serdana şaredariyê kir û cejna hevşaredaran pîroz kir û got: "Ji ber hebûna qeyûm em gelekî nebaş bûn. Ji ber xespkirina şaredariyê bi salan e em nedihatin şaredariyê û em ne dikarî em bikevin hindûr. Dilê me rihet nebû û em ne dilşad bûn. Lê niha em gelek kêyfxweş in."   'Gel dê rê nede qeyûman'   Meşûre Somer, diyar kir ku 8 sal in Şaredariya Bajarê Mezin di destê qeyûm de ye û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em ji bo pîrozkirina cejnê hatin şaredariyê. Niha diwarên bi beton a li dora şaredariyê hatiye rakirin. Ev yek me gelekî kêyfxweş dike. Gelê mê dê rê nede qeyûman. Ez hêvî dikim ku em ê her sal bên cejna hevşaredarên xwe pîroz bikin. Bila zilma li hemberî gel bê bidawîkirin. Niha li şaredariyê muxatabên me hene."   'Em destûrê nadin xespkirinê'   Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê Gurbet Gezîcî, daxuyand ku piştî 8 sal şûnde di 31'ê Adarê de gel carek din şaredariya xwe bi dest xist û wiha axivî: "Piştî 8 sal şûnde bi hevşaredarên xwe re cejnê pîroz dikin. Bi gel re û bi hev re bûn gelek xweş e. Em dibînin ku gel çi qas bi hêz e. Dema şaredarî di destê qeyûm de bû kesek nedikarî bê şaredariyê. Lê piştî ku em bi ser ketin hemû dîwarên li hemberî şaredariyê hatin hilweşandin. Şaredarî cihê gel e. Şaredarî dê her ji gel re vekiri be. Em ê destûrê nedin xespkirina şaredariyê."