ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-21 09:00:00     * "Bi derketina tevgera azadiyê re ev guherî. Jinên Rojhilat tevli tevgera azadiyê bûn, perwerde dîtin. Bi perwedehiyên xwe bi komên Hewramî, Kurmanc, Soran û yên din re ketin diyalogê, li ser zimanê Kurdî nîqaş hatin kirin." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    * Parlamentera EMEP'ê Sevda Karaca bi bîr xist ku Gelê Kurd ev demeke dirêj e ku mafê dengdanê û hilbijartinê nîne û got: "Divê em careke din bi bîr bînin ku polîtîkaya qeyûmê amûreke taybet e ku li dijî maf û destkeftiyan jinên kurd şerekî taybet dimeşîne." BI DÎMEN    *Li girtîgehan boykotkirina dadgehan û protestokirin hevdîtinên bi telefon û malbatê yên bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ” li girtîgehan dewam dikin, jinan diyar kirin ku divê çalakî ji aliyê gelê Kurd ve werin berfirehkirin û gotin, “Li çar parçeyên Kurdistanê  divê di serî de dayik, hemû kurd destên xwe bidin hev û li dora serokê xwe bibin xelek." DÎMEN HEYE   * Şêniyên Wanê piştî 8 sal şûnde bi girseyî cejna hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê pîroz kirin û gotin: "Me dîwarên li dora şaredariyê hilweşand û em ê xwedî li şaredariya xwe derkevin. Em ê bi hev re bin û bibin yek." BI DÎMEN