Li Zurîhê ji bo Abdullah Ocalan name ji CPT’yê re hatin şandin 2024-06-20 22:12:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li Zurîhê bi pêşengiya Dayikên Aştiyê li hev civiyan, ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi sedan name ji CPT’yê re şandin.   Endamên Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) li Zurîhê li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi sedan name ji CPT’yê re şandin.   Endamên Meclîsa Jinê ya Berîtan ku li Zurîhê xebat dimeşîne, di çarçoveya şandina nameyan a ji CPT’yê re ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve hatiye destpêkirin, li postaxaneya bajêr li hev civiyan.   Li pêşiya postaxaneyê Dayikên Aştiyê Dondu Ergun û Îsmîhan Ok têkîldarî kampanyayê axivîn. Dondu Ergun bi bîr xist ku ji bo dawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û bibîrxistina berpirsyariyên CPT’yê bi salan in li qadan in û wiha got: “CPT vê daxwaza me ya mafdar ji nedîtî ve tê. Ji bo ku ne di berjewendiyên CPT’yê de ye naxwaze vê dengê bibihîze. Erka CPT’yê çi ye? Ji kê re xizmetê dike. CPT neçar e bersivê bide daxwazên me.”   Îsmîhan Ok jî diyar kir ku gelekî zêdeyî 40 milyon Abdullah Ocalan weke rêberê xwe qebûl kirine û got: “Êdî sebra gelê Kurd nemaye. Em dayik û jinên Kurd bi berxwedana xwe pergala tecrîdê ya Îmraliyê hilweşînin û Rêbertiya xwe azad bikin.”   Piştî axaftinan 735 nameyên îmzekirî ji bo CPT’yê bê şandin avêtin postayê.