Ji bo tevlîbûna mîtînga 'Em rê nadin qeyûm' bang hat kirin 2024-06-20 14:56:14   STENBOL - Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê banga mîtînga "Em rê nadin qeyûm" kirin û gotin: "Roj roja bilindkirina têkoşîna yekbûyî ya bindestan e."    Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, dê di 29'ê Hezîranê de li Qada Kartalê ya Stenbolê bi dirûşmeya "Em ê ji bo keda xwe û azadiya xwe rê nedin qeyûm" li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê mîtîngekê li dar bixin. Ji bo mîtîngê civîna çapemeniyê hat lidarxistin.   Civîna çapemeniyê li navçeya Beyoglû ya Stenbolê li otêlekê hat lidarxistin. Di civînê de pankarta "Em ê ji bo keda xwe û azadiya xwe rê nedin qeyûm" hat daliqandin. Nûnerên sendîka, partiyên siyasî û sazî û dezgehan beşdarî civînê bûn. Di civîna çapemeniyê de hûrguliyên mîtîngê hatin eşkerekirin.    Endama Koordinasyona Yekîtî Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Ayşe Devecîoglûyê metna çapemeniyê xwend. Ayşe anî ziman ku sedema sereke ya bêîstikrarî, xizanî û eciqandina maf û azadiyan pêgirtîbûna bi pergala kapîtalîst-emperyalîst û sermayeyê ye.    Ayşe destnîşan kir ku AKP-MHP di emrê pergala kapîtalîst de ye û got ku ev pergal li dijî hemû bindestan şerekî bêeman daye destpêkirin. Ayşe bilêv kir ku rejîma AKP-MHP'ê di hilbijartinên 31'ê Adarê de têk çûye û got: "Rejîma AKP-MHP'ê ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de têk çû li dijî tevahiya bindestên civakê û li dijî hemû gelên bindest û baweriyan û kedkar, jin, ciwan, zarok, malnişîn, LGBTÎ+ û xwezayê êriş dane destpêkirin."    Ayşe di daxuyaniyê de bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û dozên Gezî û Kobanê û got ku desthilat dixwaze li hemû qadan bi qedexeyan û zextan û polîtîkayên tayinkirina qeyûman civakê dorpêç bike û bitepisîne.    Ayşe di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku rejîma AKP-MHP'ê bi rejîma qeyûmtiyê dixwaze vîna demokratîk a gel bişikîne û vîna hemû bindestan û muxalefetê bi rejîma xwe ya qirêj ve girê bide û got: "Lewma qeyûê, xesp e, qeyûm talan e, qeyûm gendelî, dizî û esasnegirtina vîna gel e. Her wiha qeyûm ew e ku desthilat bi polîtîkayên neçareseriyê û şer dixwaze darbeyê li aramî û aştiya welêt bixe."    Ayşe Devecîoglûyê destnîşan kir ku tiştekî neadil ne rewa ye jî û got: "Lewma li hizûra civakê tu rewabûneke qeyûmê Colemêrgê tune ye." Ayşe anî ziman ku ew ê li dijî van êrişên ku li gor qanûna desthilatê jî ne rewa ne tim li ber xwe bidin.    Ayşe wiha domand: "Em ê li hember feraseta ku dixwaze nirxên siyasî û destkeftiyên gelê kurd tecrîd bike û tasfiye bike û em ê li hemberî feraset û êrişên ku dixwazin mafên jiyaneke mirovî ya gelên Tirkiyeyê binpê bike bêdeng nemînin. Çawa duh li Wanê em li hember kesên xwestin vîna gel îpotek bikin rabûn ser pêyan, em ê ji bo Şaredariya Colemêrgê jî bi berxwedanê rabin ser pêyan. Vîn a me ye, jiyan a me ye, berxwedan a me ye."    Ayşe ku got "Roj roja bilindkirina têkoşîna yekbûyî ya bindestan e" bang li her kesî kir ku di 29'ê Hezîranê de saet di 19.00'an de li Qada Kartalê bin.