'Qeyûm ne tenê pirsgirêka Kurdan e' 2024-06-20 09:02:46     Oznur Deger   MÊRDÎN – Hevşaredara Qoserê Hamdiye Bîlek Turgay bertek nîşanî polîtîkaya qeyûmê da û got:"Qeyûm ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Ev pirsgirêka her kesî ye. Divê bi vî rengî tevbigerin û hemû mirovahî li gorî wê helwesteke hevpar nîşan bidin. "   Bertekên li dijî tayînkirina qeyûmê di 3’yê Hezîranê de ji bo Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 31’ê Adarê de bi dest xistibû, hatibû tayinkirin, dewam dikin. 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Colemêrgê ve li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, bi hinceta doza ku bi salan berê dihat darizandin, ceza lê hat birîn. Nerazîbûnên li dijî tayinkirina qeyûman li Kurdistan û li Tirkiyeyê dewam dikin.    Piştî qeyûm hat tayînkirin, li hemû şaredariyên ku DEM Partiyê bi dest xistine, ji saet 17.00'an heta saet 00.00'an bi dirûşma "Şaredarî yên me ne, em destûrê nadin desteserkirinê" çalakiya rûniştinê li dar xistin.   Çalakiyên li ber avahiyên şaredariyên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û gelek navçeyên ku di bin rêveberiya DEM  Partiyê de ne, dewam dikin. Hevşaredara Qoserê Hamdiye Bîlek Turgay, polîtîkayên qeyûman û helwesta gel a li hemberî tayinkirina qeyûman nirxand.    'Qanûn ji bo Kurdan bi awayekî cuda kar dike'   Hamdiye, destnîşan kir ku polîtîkaya îqtîdarê desteserkirina îradeyê ye û destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê tiştên ku bi hiqûqê nekarîn bi dest bixin desteser kir. Hamdiye diyar kir ku AKP'a ku di sindoqan de têk çû, serî li tayinkirina qeyûman da û got, “Ev polîtîka ne tenê ji bo gelê Kurd derbasdar e. Dikarin şaredariyên metropolên Tirkiyeyê jî desteser bikin. Dosyayên hevalên me yên tên darizandin wekî hincet ji bo qeyûm tên nîşandan. Dadgeh biryara dawî dide û beriya ku dadgeh biryarê bide serî li qeymeqam didin. Li gorî qanûn û destûra bingehîn a dewletê, piştî ku qeyûm ji wezîfeyê hat girtin, meclîsa şaredariyê dicive û şaredarekî nû hildibijêre. Lê hikûmet li şûna ku li gorî yasayan tevbigere, desthilata hilbijartinan ji parlamentoyê distîne û qeymeqam ji bo şaredariyan weke qeyûm tayîn dike. Li metropolên cuda yên Herêma Kurdistanê qanûn bi awayekî cuda kar dike."   'Polîtîkaya qeyûman êdî îflas e'   Hamdiye, diyar kir ku polîtîkaya qeyûm talan û dizî ye. Hamdiye da xuyakirin ku ev polîtîka wê bi berxwedan û îradeya gel were şermezarkirin û got, "Piştî qeyûm tayîn kirin, gel bi xwe hatin şaredariyên xwe û destek dan. Gel bi xwe bêyî vexwendina me dest bi herikîna avahiyên partî û şaredariyan kir. Piştî qeyûm tayînî şaredariyan hat kirin, bi sedan bang li me kirin û gotin 'Em dikarin çi bikin, em ê çawa li şaredariyên xwe xwedî derkevin?' Ji ber ku sîyaseta emanetîyê ya ku 2 serdem dom kir êdî îflas kiriye û gel li dijî wê serî radike. Gel ev polîtîka şermezar kir. Gelê Qoserê û gelek cihên din li ser sindoqan bersiva pêwîst da qeymeqam."   'Gel bi biryar e'   Hamdiye da zanîn ku çalakiyên ku li avahiyên şaredariyê dest pê kirin ne plankirî bûn û veguherî çalakiya bi xwedîderketina gel û got, “Dayik, jin, zarok, ciwan tên û rûniştin. Kilaman distirên. Carinan piştî nîvê şevê jî rûniştina xwe berdewam dikin. Kal tên û bi kenên xwe rûdinin. Dayik tên û bi zarokên xwe re rûdinin. Jin hene ku bi zarokên xwe di hembêza xwe de tên. Ev rewş vîna gel nîşan dide. Gel dixwaze li hemberî qeyûman dibe mertal. Êdî emanetan qebûl nakin, desteserkirina îradeyê qebûl nakin. Gel pir bi biryar e ku vê pergalê ji holê rabike."   'Divê zîhniyeta talanê bê şermezarkirin'   Hamdiye da zanîn ku polîtîkayên îqtîdarê ne tenê Kurdan, tevahiya civakê girê dide û wiha dewam kir: “Rastiya ku di sedsala 21’ê de polîtîkayeke bi vî rengî ya mêtîngeriyê tê meşandin heye, divê li hemû cîhanê were dîtin. Welatekî ku îdiaya demokratîkbûnê dike û li Neteweyên Yekbûyî daxwaza demokrasiyê ji bo welatên din dike, divê li welatê xwe çi bike, divê hemû cîhan bibîne. Lewma ev ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Ev pirsgirêka her kesî ye. Pirsgirêkek cidî ye ku mirovahî di sedsala 21'ê de di vê nuqteyê de ye. Divê zîhniyeta talanê bê şermezarkirin. Divê her kes li vîna xwe xwedî derkeve û li gorî vê helwestê nîşan bide.”