ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-20 09:00:00     *Hevşaredara Qoserê Hamdiye Bîlek Turgay bertek nîşanî polîtîkaya qeyûmê da û got:"Qeyûm ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Ev pirsgirêka her kesî ye. Divê bi vî rengî tevbigerin û hemû mirovahî li gorî wê helwesteke hevpar nîşan bidin. " DÎMEN HEYE   *Yek ji koordînatora Skandînavyayê ya kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin Beth Hartmann destnîşan kir ku divê li dijî rejîma apartheîdê ya li Afrîkaya Başûr jî ji bo rakirina tecrîdê jî têkoşîn bê dayîn. Beth Hartmann wiha got:"Tecrîd û çareseriya pirsgirêka Kurd divê bê çareserkirin. Divê Tirkiye jî wek Îsraîlê were boykotkirin."   *Ekolojîst Çîlem Aydin der barê hejmara 5'em a Kovara Jiyana Ekolojîk a bi temaya “Av” de axivî û got, “Deşîfrekirina feraseta kapîtalîzmê û dewleta netewe ya ku her heyînekê vediguhere objeyeke bazirganiyê, girîng e. Li dijî vêya, feraseta xwezaya azad û civaka azad jî girîng e. Jiyanek bi xwezayê re çawa hevseng û yekgirtî be ewqas baş e. Me ji bo parvekirina vê yekê ya bi mirovên derdora xwe re esas girt." DÎMEN HEYE