Ji ber bombebaranê dar û baxçe şewitîn 2024-06-19 14:35:29       NAVENDA NÛÇEYAN - Li quntara Çiyayê Metînayê di encama bombebarana balefirên şer ên Tirkiyeyê de şewat derket. Şewat ji duh ve didome.    Balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê di 18’ê hezîranê de deverên gundên Kanê û Sêgirê yên bi ser Amediyê ve ku dikevin quntara Çiyayê Metînayê bombebaran kirin û di encama bombebaranê de şewat derket. Li gorî zanyariyên tên ragihandin; şewat ji duh ve didome, bi sedan darên xwezayî û darên nava baxçeyên welatiyan şewitîne.   Tîmên agirkujiyê ji bo vemirandina şewatê neçûne deverê, welatî bi derfetên xwe hewl didin agir vemirînin.