Li Rojavayê Kurdistanê serdan gorên pakrewanan hat kirin 2024-06-16 10:29:55     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi munasebeta Cejna Qurbanê goristanên pakrewanan ziyaret kirin.   Li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal pîrozbahiyên cejnê bi ziyaretkirina goristanên şehîdan dest pê dike.   Piştî nimêja Cejna Qurbanê, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Asayîş, bi hezaran kesî serdana goristanên pakrewanan kirin.   Şêniyan ku wêneyên zarokên xwe yên pakrewan hilgirtin, gul li ber gorên pakrewanan danîn, ayatên Quranê xwendin, dûa kirin û şêranî jî belav kirin.   Di serdanê de rêveberên Meclisên Malbatên Şehîdan û saziyên sivîl axivîn. Di axaftinan de cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn. Hate gotin, ewlehiya li herêmê berhemê keda pakrewana ne. Kesên axivîn îşaret bi hevgirtina pêkhateyên herêmê û kombûna wan a li derdora saziyên xwe yên sivîl û leşkerî  kirin.   Di axaftinan de soza şopandina xeta pakrewan û parastina mîraseya wan hat dayîn.