‘Em ê hesabê Denîzê bipirsin’ 2024-06-16 09:06:21     Nazlican Nujîn Yildiz   ÎZMÎR - Hevalên Denîz Poyraz di sêyemîn salvegera wê de axivîn û diyar kirin ku gumanbar Onur Gencer ev komkujî bi tena serê xwe nekiriye û li pişt hêzek rêxistinirî heye. Jinan diyar kirin ku wê hesabê Denîzê bipirsin.    Di 17’ê Hezîrana 2021’ê de gumanbar Onur Gencer li hember avahiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê êrîş pêk anî û Denîz Poyraz qetil kir. Tevî sê sal di ser bûyerê re derbas bû hêzên pişt êrîşê dernexistin holê. Hevalên Denîzê, Besriye Tekgur û Fatma Funda Akbulut ji ajansa me re axivîn.   Hevseroka HDP’a Îzmîrê Besriye Tekgur axivî û diyar kir ku ev komkujî di encama gotinên desthilatdariyê, gotinên wezîrê karê hundir ê wê demê Suleyman Soylu malbatên li ber avahiya HDP’a Amedê rûniştibûn hatiye jiyîn û wiha pê de çû: “Ev komujiyek polîtîk e. Ev pêvajo bi hedefgirtina HDP û Kurdan destpê kiriye. Gumanbar wisa bi tena serê xwe ev komkujî nekiriye. Ev pêvajoyek plankirî bû.”   ‘Gumanbar bi dewletê bawer bû’   Besriyeyê her wiha anî ziman ku Denîz keçeke malbata Kurd bû û got: “Malbata Denîzê di salên 90’î de koçî Îzmîrê dikin. Denîz bi malbata xwe re di partiyê de cih digire. Denîz mirovek rûken bû û tu zirara wê ji kesî re tunebû. Ev komkujiyeke Soylu bû. Tetikêş jî Onur Gencer hat hilbijartin. Gumanbar bi dewletê bawer bû. Di pêvajoya dadgehê de tevî hemû delîl li holê bûn hêzên pişt komkujiyê nahatin derxistin û bi lez ceza dan gumanbar Onur Gencer. Em dizanin ku Onur Gencer bi tenê ev komkujî nekiriye.”   ‘Bi salan e li hember gelê Kurd komkujî tên kirin’   Besriyeyê daxuyakirin ku bi sedsalan e li hember gelê Kurd komkujî tên kirin û wiha bang kir: “Mirov ji cihên wan hatin kirin. Gund hatin şewitandin. Zarok hatin qetilkirin. Gelek komkujî hatin kirin. Daxwaza gelê Kurd li ber çavan nayê girtin. Divê demildest dawî li van êrîşan bê. Divê hemû gelê tirk jî piştgiriyê bidin Kurdan û dawî li van zilm û komkujiyan bê.”   ‘Bi Denîzê re hişmendiya hevaltiyê hebû’   Rêvebera HDP’ê Fatma Funda Akbulut jî wiha anî ziman: “Dayika Denîzê, Fehîme Poyraz wê pêvajoyê xebatkara partiyê bû. Denîz kesek rûken bû, alîkar bû. Min nedît ku bi kesî re nîqaşek jiya. Hişmendiya hevaltiyê pê re hebû. Xwe tevli xebatên jinan dikir. Çawa me agahiya bûyerê girt em çûn avahiya partiyê. Tişta ku canê min diêşand ev bû. Wê demê pankartek mezin navê hevalên ku hatibûn qetilkirin hatibû daliqandin. Denîz di wê avahiyê de hat qetilkirin.”   ‘Gumanbarên din jî hene’   Fundayê her wiha destnîşan kir ku di vê komkujiyê de para dewletê heye û wiha anî ziman: “Ev cînayetek polîtik e. Piştî komkujiyê em ketin avahiyê. Taştêya Denîzê li wir bû. Lê kom nekiribû. Yanî xwarina xwe ya dawî jî nexwaribû. Onur Gencer di vê komkujiyê de ne tenê bû. Gumanbar got ‘Dijminên min in, min çû lê xist.’ Lê em baş dizanin li pişt vê kesên din hene. Divê hêzên pişt komkujiyê derkevin holê.  Em ê teqez hesabê Denîzê bipirsin. Em ê ji bo hemû hevalên xwe û Denîzê têkoşîna xwe bidomînin.”