ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-16 09:00:00     * Berdevka TAJÊ Riham Hico di axaftina xwe de bal kişand ser konferansa ku li Bexdayê hatî lidarxistin û bernameya bîranîna ya ku li Mûsilê ji bo 19 jinên ku bi hovane hatî qetilkirin, pêk hatî û got: "Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên Iraqê û aramkirina Iraqê tekane rê pergala netew-demokratîk e." BI DÎMEN    *Sema Yuce ku got “Ez mêjî, dil û bedena xwe ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê dikim pira ji agir” bi ser de 26 sal derbas bû, di nameya xwe ya dawî de peyama, “Jinên ku bikaribin xwe ji xweliyan ji nûve biafirînin û bibin çirûskeka vê yekê, dê wê demê bibin parastvanên Kurdistana azad” da. Jinên kurd jî bi têkoşîna xwe xwedî li vê peyamê derketin.    * Hevalên Denîz Poyraz di sêyemîn salvegera wê de axivîn û diyar kirin ku gumanbar Onur Gencer ev komkujî bi tena serê xwe nekiriye û li pişt hêzek rêxistinirî heye. Jinan diyar kirin ku wê hesabê Denîzê bipirsin. BI DÎMEN    *Têkoşîna li dijî qeyûman didome û ‘Çapemeniya Anadolu’ ya desthilatdariyê jî ji bo parastina qeyûman nûçeyên xwe çêkir. MEDYA KRÎTÎK   *Li Sûrê xizaniyek giran heye. Jina ku 6 zarokên wê hene, di xaniyekî xerab de dijî, bi mehane nikare ji zarokên xwe re goşt bigire. Jinek din ku du neviyên wê nexweşên epîlepsi ye, li bende alîkariyê ye. Xizaniya giran ji van her du jinan tê fêmkirin. BI DÎMEN