Li Egeyê li 5 bajarî şewata daristanan 2024-06-14 21:20:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li 5 bajarên Egeyê şewata daristanan derket û ji hewayî û bejahî mudaxale tê kirin. Her wiha balafirek temirandina agir jî ket gola Bafayê.   Li Mugla, Balikkesî, Denîzlî, Aydin û Manîsayê şewata daristanan derket. Bi bandora ba re şewat belav bû. Hat hînbûn ku ji hewa û bejahî mudaxale didomin.