Ji çalakiya 'Deng bide azadiyê' bang 2024-06-14 16:33:03     WAN - Di çalakiya "Deng bide azadiyê" de bang hat kirin ku bi boneya Cejna Qurbanê li hemû girtîgehan bi taybet li Îmraliyê girtî bi malbatên xwe re bên cem hev.   Li Wanê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiya "Deng bide azadiyê" de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên xwe Wenda kirine (MEBYA-DER), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.  Di daxuyaniya ku pankarta bi dirûşma " Dawî li tecrîdê bîne" û " Deng bide girtîgehan" hat vekirin de metnê daxuyaniyê ji aliyê rêveberê Bajarê ê DEM Partiyê Yakup Almaç ve hat xwendin.   'Divê girtî bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin'   Yakup diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû girtîgehan belav bûye û xwest di demek herî kurt de dawî li polîtîkayên tecrîdê bê. Yakup bi bîr xist ku girtiyên bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" çalakiyên xwe didomînin, divê ji bo Cejna Qurbanê ya ku tê bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin.   'Divê her kes dengê xwe bilind bike'   Piştre parlamenterê Wanê Mahmût Dîndar axivî û bi bîr xist ku li gelek deveran bi deh hezaran kes qîriyan û gotin ku ew naxwazin qeyûm bên tayînkirin. Mahmut diyar kir ku dewlet bi qeyûmên tayînkirî înkarkirina Kurdan didomîne û got, divê her kes li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dengê xwe bilind bike.   Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.    Daxuyaniya ku tê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindana" hate berzkir  bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.