‘Polîtîkayên şerê taybet berdewama polîtîkayên netew dewletê ye’ 2024-06-14 09:05:24     Oznûr Deger   MÊRDÎN - Hevseroka Egîtîm Sen a Mêrdînê Sumeyra Ogur diyar kir ku çavkaniya sûcên li hember jin û zarokan asîmîlasyone û ji rê derxistine û got: “Ji bo beralîkirina van polîtîkayan divê têkoşîn bê mezinkirin û jiyana azadîxwaza jinan, ekolojîk, demokratîk û wekhev bê hûnandin.”   Di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de sûcên li hember jin û zarokan li Kurdistanê her diçin zêde dibin. Yek ji bajarê ku herî zêde polîtîkayên şerê taybet lê tê jiyîn Mêrdîne. Li Mêrdînê di mehekê de, li hember jin û zarokan gelek bûyerên wekê destdirêjî, qetikirin û întîxar hatin jiyîn. Li dijî van sûcan bertek bên nîşandan jî bêcezahiştina darazê gumanbaran xelat dike.   Hevseroka Sendîka Perwerde û Zanistê ya Kedkaran (Egîtîm Sen) Sumeyra Ogur, sûcên li hember jin û zarokan zêde bûne nirxand.   Berdewamiya polîtîkayên netew dewletê    Sumeyrayê daxuyakirin ku polîtîkyên şerê taybet berdewama polîtîka netew dewletê ye û  netew dewlet hewl didin xwe li ser îdoelojiya netewperestî, zayendperestî û olperestiyê heyî bikin. Sumeyrayê wiha dirêjî dayê: "Zayendperestî dibe sedema tundiya li ser jinê. Zîhniyeteke ku jinê dike kole û serdest heye.”   ‘Hedef asîmîlasyone’   Sumeyrayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Desthilatdarî hewce bi polîtîkayên şer dibîne. Ji ber civakên ku nikarin kontrol bikin bi van polîtîkayan hedef digirin. Ev di heman demê de polîtîkayên asîmîlyosyonê ne. Ya li Mêrdînê tê hedefkirin jî ev e. Serî li her cureyê rêbazan didin. Alavên şerê taybet fuhuş, destdirêjî, îstîsmar û hişbire. Vê li ser civakê rewa dikin. Li hember jin û zarokan sûcên bi vî rengî zêde bûne.”   ‘Dizanin ku wê daraza mêr wan biparêzin’   Sumeyrayê ev tişt anî ziman: “Bandora polîtîkayên tên meşandin wek polîtîka bêcezakirinê di dewrê de ye. Ji ber cezakirin tuneye, êrîşên li hember jinan, destkeftiyên jinan zêd edibin. Ji ber vê jî gumanbar dibêjin ‘em çi bikin wê ji me re bimîn.’ Dema sûc dikin jînatirsin. Gelek mînakên vê hene. Îpek Er, Gulîsan Doku, Pinar Gultekîn û gelekên din. Gumanbar ji aliyê daraza mêr ve tên parastin. Didoza N.Ç de jî  heman tişt derketin holê.  Bi qanûnan jî hewl didin pêşiya sûc vebikin. Qanûnên tên derxistin sererastkirinên tên kirin  ji sûcên li hember jin û zarokan re zemîn ava dike. Peymana Stenbolê hat feskirin. Niha jî qanûna 6284 ya jin û zarokan diparêze di hedefê de ye. Ji bo gel ji rê derbixînin ewil ji zarokan dest pê dikin. Zîhniyeteke wisa mijara gotinê ye.”   Bi destê qeyûman navendên jinan hat girtin   Sumeyrayê balkişand ser pêkanînên li ber dibistanan û wiha domand: “Ji ber vê jî li hember zarokan destdirêjî û bikaranîna hişbirê zêde bûye. Bi van pêkanînan armanca wan ev e ku nifşekî apolîtîk biafirînin. Li ber dibistanan dest pê dike û heta hundirê dibistanan bûyerên îstîsmarê hene. Tenê vê demê du bûyer hatin jiyîn. Li Dêrikê xwendekarek me ji aliyê xizmên bavê xwe ve hat revandin û 20 rojan îşkence û destdirêjî lê hat kirin. Bûyera duyemîn jî di demek nêz de li ber dibistana Navîn a Fatîh ya li Artukluyê pêk hat. Li ser rêya ku xwendekar her tim bikar tînin bûyera destdirêjiyê pêk hat. Mamosteyên hevalên me dibin şahidê bûyerê û agahî didin saziyan. Pêvajo tê destpêkirin. Pişte em fêr bûn ku gotin daxwaza zarok heye. Piştî qeyûman navendên jinan hatin girtin. Saziyek ku piştgiriyê bide nemaye ji ber vê jî xetere her diçe mezin dibe.”   ‘Têkoşîn girîng e’   Sumeyrayê di dawiyê de wiha vegot: “Li dijî hemû polîtîkayan jin têkoşîna xwe mezin dikin. Bi taybet tevgera jinên kurd, ji bo jinan dibe îlham. Em Egîtîm Sen dixwazin perwerdehiya zayenda civakî bê dayîn û tevli mufredatê bê kirin. Ji bo beralîkirina van polîtîyan divê têkoşîn bê mezinkirin û jiyana azadîxwaza jinan, ekolojîk, demokratîk û wekhev bê hûnandin.”