Li Torînoyê bi perspektîfên Abdullah Ocalan hefteya semîneran 2024-06-13 15:30:27       NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zanîngeha Torînoyê di çarçoveya nîqaşkirina perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, azadiya jinan û pirsgirêkên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ji aliyê ciwanên enternasyonalîst û jinên ciwan ve hefteyeke semîneran hate lidarxistin.   Ji meha Gulanê ve ye xwendekarên zanîngeha Torînoyê  ya li Îtalyayê bi armanca protestokirina êrişên Îsraîlê yên li ser gelê Filistînê zanîngeh dagir kirine. Ciwanên enternasyonalîst di çarçoveya paradîgmaya Abdullah Ocalan ya ‘Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinan’ de semîner li dar xistin. Semîner di rojên cuda de hatin lidarxistin û di semîran de mijarên weke azadiya jinan û Şerê Cîhanê yê 3’yemîn  hatin gotûbêjkirin.   Roja yekem;   Semînera roja ewil ji aliyê tevgera jinên ciwan ên enternasyonalîst ve hate lidarxistin û di vê semînerê de 5 hêmanên îdeolojiya azadiya jinan hatin gotûbêjkirin. Zêdeyî 60 ciwan tevlî semînerê bûn. Her wiha mijarên weke dîroka baviksalariyê,  xeta azadiya jinan û têkariyên Abdullah Ocalan ji têkoşîna azadiya jinan re jî hatin gotûbêjkirin.  Mûzîkala bi navê ‘Keziya Sor’ a Koma Hîlala Zêrîn a Efrînê jî ji beşdarvanên semînerê re hate nîşandan.   Roja duyem;   Semînera roja duyem jî bi tevlîbûna zêdeyî 60 ciwanan pêk hat û di vê semînerê de jî mijarên weke Şerê Cîhanê yê 3’yemîn û komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan hatin gotûbêjkirin. Her wiha mijarên weke  şerê heyî, borîyên enerjiyê, metodolojiya şerê taybet û hewcehiya yekîtiya hêzên demokratîk jî hatin gotûbêjkirin. Mijarên weke bi demê re guherîna şer û huner, spor û seks, bandora şerê psîkolojîk û şerê îdeolojîk ên li ser civakê hatin nîqaşkirin. Di dawiya semînerê de ji beşdarvanan re pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” hate danasîn.   Semînereke din jî li Zanîngeha Polîteknîkî ya Torînoyê hate lidarxistin. Di vê semînerê de jî mijarên weke jeopolîtîk, têkoşîn, şerê taybet û yekîtiya hêzên demokratîk hatin gotûbêjkirin. Nêzîkî 20 xwendekar tevlî vê semînerê bûn û di semînerê de standên pirtûkên cuda yên Abdullah Ocalan hatin vekirin.   Tevahiya hefteyê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan stand hatin vekirin û fikrên wî hatin pêşkêşkirin. Bi dehan ciwan û xwendekar li her du zanîngehên Torînoyê yên dagirkirî bi felseya Tevgera Azadiyê re têkiliyeke nû danîn û nas kirin.