Xizmeta şaredariyê bi hinceta 'teserûfê' hat astengkirin 2024-06-13 12:44:25       AMED - Îhaleya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya gundan kir, bi hinceta “Tedbîrên Teserûfê yên Serokkomariyê” hate betalkirin.    Di çarçoveya biryara “Tedbîrên Teserûfê yên Serokkomariyê” de xebatên sondajê yên ji aliyê Midûriyeta Karên Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê hat kirin, hat betalkirin.   Midûriyeta Giştî ya Karên Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) têkildarî mijarê got ku “Ji bo tedarîkkirina pêdiviyên ava vexwarinê yên jîngehên cuda yên bajarê me, îhaleya ‘Karê Çêkirina Vekirina Sondajê ya Ava Vexwarinê ya Taxên Girêdayî Amedê’ ji aliyê DÎSKÎ ve hat kirin” û îhale bi hinceta “Tedbîrên Teserûfê yên Serokkomariyê” hatiye betalkirin.