Li Şehbayê guhertina demografîk hat şermezarkirin 2024-06-13 12:42:08       NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa kantona Efrîn-Şehbayê bi armanca şermezarkirina siyaseta guhertina demografîk a dewleta tirk a li herêmên dagirkirî li Şehbayê daxuyanî da.   Ji bo şermezarkirina siyaseta dewleta tirk a guhertina demografiya herêmên dagirkirî, meclisa kantona Efrîn-Şehbayê li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Efrîn-Şehbayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de sazî û gelê kampa Serdem beşdar bûn û pankartên bi nivîsên "Em bêdengiya navneteweyî ya ji bo guhertina demografîk li Efrînê şermezar dikin" û "Guhertina demografîk sûcê şer e" hildan. Daxuyanî ji aliyê endamê meclisa kantona Efrîn-Şehbayê Rizgar Lolo ve hat xwendin.   ‘Li Efrînê guhertina demokrafîk didome’   Rizgar Lolo bal kişand ser siyasetên dewleta tirk li herêmên dagirkirî û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker bi pêkanîna hemû binpêkirinên ku di asta sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer de ne, bi mafên gelên xwecihî li herêmên dagirkirî didomîne. Bi taybetî Kurdên li Efrîn, Bab, Serê Kaniyê û Girê Spî bi riya siyaseta guhertina demografiyê pêk tîne. Her wiha avakirina malên di bin navê avakirina navendên niştecihî ji bo parastina koçberan de didomîne lê malbatên çeteyan li wan bi cih dike. Ev giştî tewanên şer in li gorî raporên ku ji hêla rêxistinên navdewletî ve hatine belavkirin. Ji bo têkbirina jiyana hevbeş û rengîniya çandî li herêmên Kurdan û Sûriyeyê bi giştî, dewleta tirk a dagirker polîtîkaya guhertina demografîk dimeşîne. Heyva Sor a Qeterê, Kuweytê û hinek rêxistinên din piştgiriyê didin polîtîkayên guhertina demografîk ku dagirkeriya tirk dide meşandin."   Ji bo rawestandina guhertina demografiyê bang kir    Di dawiya daxuyaniyê de Rizgar Lolo ji bo rawestandina siyasetên guhertina demografîk ên dewleta tirk bang kir û got: "Em sûcên dewleta tirk a dagirker û rêxistinên ku piştgiriyê didin operasyonên wê û sûcên guhertina demografiyê ku Kurdan hedef digre şermezar dikin. Em bang li encûmenên ewlehiyê û rêxistinên navneteweyî dikin ku li dijî dewleta tirk û rayedarên Heyva Sor a Qeterê û Kuweytê tedbîrên zagonî bigrin. Her wiha banga me ji dewletên Qeter û Kuweytê re ew e ku xebatên rêxistina xwe ya Heyva Sor bişopînin û li pey planên dewleta tirk a dagirker di bin navê mirovahiyê de nemeşin. Daxwaza me ji Hikumeta Sûriyeyê re ew e ku hiqûqa xwe li gorî zagonên navneteweyî bimeşînin. Em koçberên Efrîn û Şehbayê xwedîderketina axa xwe û dîroka xwe û têkoşîna xwe ji bo azadkirina axê diyar dikin.”