Ji rojnameger Dîcle Muftuoglû re ceza hat xwestin 2024-06-13 11:18:53       AMED - Dozger di danişîna doza Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû de mutalaya xwe eşkere kir û xwest ceza li Dîcleyê bê birîn.    Danişîna 4’emîn a doza Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Muftuoglû jê tê darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dîcleya ya ku 11 mehan ji dozê girtî ma û di sibata 2024’an de hat tehliyekirin, bi îdiayên, “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” tê darizandin.    Dîcleyê û parêzerê xwe Resûl Temûr di danişînê de amade bûn. Her wiha endam û rêveberên DFG’ê, Komeleya Xebatkarên Medya û Hiqûqê (MLSA), Lêkolînera Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) a Tirkiyeyê Emma Sinclair-Webb, Nûnerê Basin-Îşa DÎSK’ê yê Amedê Hakki Boltan, ji PEN’a Norveçê parêzer Ezio Menzıone û gelek rojnamevanan doz şopand.    Dîcleyê beyan ango parastinên xwe yên berê dubare kir. Dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest Dîcleyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin.    Dîcleyê ji bo parastina li dijî mutalayê dema zêde xwest. Parêzer Resûl Temûr jî diyar kir ku divê delîlên ku dadgehê aniye li serê nîqaş bike û li ser van delîlan mutalaya xwe pêşkêş bike.    Resûl xwest delîl di çarçoveya biryarên Dadgeha Bilind de bên nîqaşkirin. Resûl her wiha xwest qedexeya derketina derveyî welat a der barê miwekîla wî ku xebatên rojnamevaniyê dike de bê rakirin.    Şandeya dadgehê dema zêde ya li dijî mutalayê qebûl kir û danişîn taloqî 24’ê cotmehê kir. Her wiha dadgehê qedexeya derketina derve ya li ser Dîcleyê ranekir.