Bi êrişên Tirkiyeyê 19 hezar dar şewitîn 2024-06-13 10:10:40     NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 2 hezar hektar çandinî û 19 hezar darên berhemdar şewitandin.   Dewleta tirk û komên girêdayî wê her sal bi mewsima çinînê re zeviyan topbaran dikin. Şêniyên herêmê diyar dikin ku dewleta tirk bi topbarankirina zeviyan, siyaseta koçberkirin û dagirkirina axa wan didomîne.   Di encama topbarana dewleta tirk de li kantonên Minbic, Firat û Cizîrê zirarên madî yên mezin li cotkaran bûn.   Nûçegihanên me mewsima çandiniyê ya herêmê ji destpêkê ve heta dema çinînê şopand û li gorî wê bîlançoyek amade kir.   Bîlançoya şewitandina zeviyan wiha ye:   Hezar û 961 hektar li gundewarên Minbicê,   219 hektar li gundewarê Eyn Îsayê,   94 hektar li gundewarên Til Temirê,   19 hektar li gundewarên Zirganê,   150 hektar li gundewarên Qamişlo û Amûdê,   Bi giştî nêzî 2 hezar hektar çandinî hate şewitandin.   Her wiha 19 hezar darên zeytûn û fistiqên helebî şewitandin ku piraniya wan li kantona Minbicê bûn.   Komîteyên destwerdana lezgîn ên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li her bajar û kantonekê ava kirine, seferberiya tîmên rewşên awarte li gund û bajarokan, komînan û meclisan û cotkaran û tevgera wan a bilez, nehişt ziyan zêdetir bibe.   Li gorî hevserokê Komîteya Şaredariyan a Meclisa Bajarê Girê Spî Mihemed Derwîş, tîmên parastina sivîl û rewşên awarte, 44 şewat vemirandin ku çeteyan li nêzî sînorên deverên dagirkirî yên Girê Spî, gundên Hîşe, Seyda, Xirbet Hedle, Tirwaniye, El Emîr derxistibû.   Her wiha endamê Foca Agirkujiyê ya Şaredariya Gel a kantona Mibnicê Talal Hemîdî diyar kir ku tîmên parastina sivîl û rewşên awarte 300 şewat vemirandine.