Di qeyrana aborî de pêşwazîkirina cejnê 2024-06-13 09:03:19     Zelal Tunç   WAN - Bi nêzîkbûna cejnê re welatiyên diçin bazaran ji ber krîza aborî ya her diçe giran dibe nikarin hewcedariyên sereke yên jiyanî bigirin. Gelek welatiyan diyar kir ku tenê cejnan de dikarin goşt bigirin û piraniyan jî gotin nayê bîra wan kengê qurban girtine.   Ji Cejna Qurbanê re çend roj man. Di piyasa qurbanan de biha zelal dibin. Bihayên pez navbera 10 û 20 hezaran de diguhere û dewar jî navbera 100 û 320 hezarî de diguhere. Ji ber krîza aborî welatiyên ku nikarin hewcedariyên xwe bigirin, ji bazaran dest vala vedigerin. Welatiyan diyar kirin ku nayê bîra wan ku herî dawî kengê qurban dane.   Welatiyên Wanê de barê krîza aborî û pêşwazîkirina cejnê de nêrînên xwe anîn ziman.   ‘Ez qurbanê bigirim wê çawa debarê bikim’   Nuray Sahan jî wekî welatiyên din hewl dide ku di nav şert û mercên qeyrana aborî de amadekariya cejne bike û wiha axivî: “Min 300 TL ji hevjînê xwe girt û hatim bazarê. Sebze li kîjan tezgahê erzan be ji wir dibim. Min sebze jimart û girt û ji bo vê jî 80 TL da. Rewşa me wisa ye em ê çawa qurbanê bigirin? Hevjînê min 10 hezar mûçeyên teqawîtbûnê digire. Bi vî pereyî li çar nifûsî dinêrin. Her tişt bihaye. Kurê min 9 hezar û nîv pere da qurbanê. Hevjînê min bigire wê hemû mûçe biçe wir. Wisa be em ê çawa debarê bikin.”   'Sedem AKP ye'   Şadiye Ertunç jî daxuyakirin ku ji sibehê de nav tezgana de digere û wiha got: “Min tenê du kîlo tişt girtiye. Zarokên me baş xwedî nabin. Ez li TOKÎ’yên Artemîtê di kirê de me. Zarokê min yê astengdar heye. Em bi 3 hezar mûçeyên wî debarê dikin. Ez tenê cejnan de goş digirim. Bihayê qurbanan 15 hezare, em çawa bigirin? Desthilatdarî her roj bihayan zêde dike. Ji ber krîza aborî her tişt qediya. Sedema vê AKP ye.”   ‘Sedema bihabûnê Erdogan e’   Kurdistan Adiyaman jî wiha bertek nîşanda: “Yên qurbanan digirin jî bi xizmên xwe re parve dikin. Her tişt biha ye. Kîloyek goşt bûye 700 TL. Rojaneya mirovekî 300 TL ye. Niha wê çawa qurbanê bigirin. Sedema vê bihabûnê Erdogan e. Em 8 nifûs in. Em nikarin debara xwe bikim.”   ‘Ne qurban em nikarin mirişkê serjê bikin’   Cevahîr Demîr jî destnîşan kir ku nexweşe û wiha pê de çû: “Em li gundê Xokan a Elbaqê dijiyan. Ji ber betaliyê em neçar man werin vir. Yekane çavkaniya debara min mehaneya min e. Tu hatinek me tuneye. Em ê vê cejnê de jî bê goşt bin. Em ne qurbanê nikarin mirişkê serjê bikin.   Maşallah Urgan jî daxuyakirin ku hevjînê wê naxebite û ev tişt got: “Xesuya min nexweşe nav nivînan de ye. Hevjînê min naxebite. Em 8 nifûs in. Tu hatinek me tuneye. Nayê bîra min herî dawî me kengê qurban girtiye.”