ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-13 09:00:00     *Endama Koordinasyona Kongra Star a Rojava Hêvî Silêman derbarê fikir felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha got:" Em her carê soza dewamkirina têkoşîna li ser xet, fikir û felsefeya Rêbertî nûjen dikin. Em ê her li qada bin, çalakiyên xwe li dar bixin. Zanistê pêş bixin da ku em tevahî civaka xwe bi rêxistin bikin û perwerdeyê zêde bikin. Her ku em fikir û ramanên Rêbertî ji xwe re esas bigirin û di nava civakan de bidin belavkirin em ê di zûtirîn demê de Rêberê xwe bi awayekî fîzîkî azad bikin." DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya ku piştî qeyûm tayînê şaredariya Nisêbînê hatibû kirin û hatibû girtin, 7 sal û nîvan şûnde hatibû berdan. Sarayê polîtîkayên qeyûm nirxand û da zanîn ku tayînkirina qeyûman xespkirina îradeya gel e. DÎMEN HEYE   * Bi nêzîkbûna cejnê re welatiyên diçin bazaran ji ber krîza aborî ya her diçe giran dibe nikarin hewcedariyên sereke yên jiyanî bigirin. Gelek welatiyan diyar kir ku tenê cejnan de dikarin goşt bigirin û piraniyan jî gotin nayê bîra wan kengê qurban girtine. BI DÎMEN    *i EŞÎK’ê parêzer Ozlem Gunel Tekşen diyar kir ku 9’emîn Pakêta Darazê ya tê plankirin bê meclîsê de axivî û got ev pakêt der barê têkoşîna jinan de rîskan dihewîne û wiha got: “Sererastkirineke ku ji bo hemû jin, heta civak û muxalîfan bi rîske li pêş me ye.” DÎMEN HEYE