Li Wanê 7 kes hatin binçavkirin 2024-06-12 19:00:43   WAN - Li navçeya Artemêtê di encama serdegirtinên malan ên danê sibehê de zarok jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin.   Li Taxa Firat a navçeya Artemêt a Wanê, danê sibehê polîsan bi hemwext li ser malan de girtin û zarok jî di nav de 7 kes binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn.