Ji TJA'yê peyama spasiyê 2024-06-12 13:15:30       AMED – TJA'yê bi peyama ku weşand spasiya feministên piştgirî dan têkoşîna li dijî tayinkirina qeyûman û got:"Di pêvajoyeke bi vî rengî de hatina cem hev weke jin û mezinkirina hevgirtinê, di têkoşîna me ya azadiya jinê de kelecaneke nû zêde kir. "   Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo femînîstên ku ji Stenbolê hatin Amed û Êlihê (Batman) û serdana hevgirtinê kirin, peyama spasiyê weşand. Di peyamê de hat gotin, "Di vê serdemê de ku îradeya gel bi tayînkirina qeyûman tê desteserkirin, hevdîtina bi femînîstan re, li kêleka hev, li dijî faşîzm û rejîma qeyûm bi hev re ranawestin, gelekî watedar e. Êrîşên li dijî civakê bi taybetî li ser gelê Kurd û jinan her ku diçe zêde dibe."   'Pevgiriyê hêzeke nû zêde kir'   Di peyamê de ev tişt hatin gotin: "Di pêvajoyeke bi vî rengî de hatina cem hev weke jin û mezinkirina hevgirtinê, di têkoşîna me ya azadiya jinê de kelecaneke nû zêde kir. Her wiha di hevdîtina bi hevalên me yên jin ên ku bi salan di Doza Komploya Kobanê de dîl hatin girtin û di 16’ê Gulanê de hatin berdan; Ji bo jin bi hev re jiyanek azad, wekhev û bi ewle ava bikin û hêviyê zindî bihêlin; Girîngiya birêxistinkirina têkoşîn û berxwedana li dijî pergala serdest a mêr hate destnîşankirin. Em careke din tekezî li ser vê serdanê dikin, ku nîşan dide ku femînîstên hatin Amed û Êlihê û li dijî êrîşên mezin û berfireh ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku nûnertiya mêran e, hêz dan me û bi me re bûn yek. Sîstema serdest a sermayeyê, li hemû qadên jiyanê, ancax bi rawestana li ser xeta hevpar a têkoşînê ku hêzek mezin daye me, dikare faşîzmê têk bibe. Ji bo careke din bi biryardariya berfirehkirina têkoşînê ya li dijî têgihiştina desthilatdariya mêr a bi sazîbûyî re hevdîtin pêk bînin.”