Dê sibê li Tekserê bên li cem hev 2024-06-12 09:06:38     COLEMÊRG - Li dijî tayînkirina qeyûm û xespkirina vîna gel, sibê li taxa Tekserê ya Qada Otogara Colemêrgê mîtîngek tê lidarxistin. Dê sibê bi hezaran welatî li qadê bên li cem hev.    Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hat kirin, li gelek bajarên Kurdistanê ku çalakî hatin destpêkirin, berdewam dikin. Li dijî vê desteserkirina vînê wê sibê bi pêşengiya partî û saziyan bi dirûşma “Şaredarî yên gelan e, em ê destûrê nedin desteserkirinê” bê lidarxistin. Komîteya Amadekar têkildarî mîtînga ku dixwestin li bajêr pêk bînin agahî da walîtiyê, hate destnîşankirin ku bersivên erênî hatine girtin. Mitîng wê sibê li taxa Tekserê li Qada Otogarê saet di 15.00’an de bê lidarxistin.   Hevşaredarên Giştî dê li Colemêrgê bin!   Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek dê tevlî mitîngê bibin.   Li aliyê din, baskê “Meşa Demokrasiyê” ku beriya mîtîngê li navçeyên Şemzînan û Çêlê hatibû destpêkirin, dê beşdarî mîtîngê bibe. Baskê meşê wê di nava rojê de bigihêje navenda Colemêrgê û gel vexwîne mîtînga sibe ku bê lidarxistin.