'Bêdengiya navneteweyî wêrektiya bikaranîna çekên kîmyewî zêde dike' 2024-06-12 09:05:27     Melek Avci   ENQERE - Aktîvîsta aştiyê Dr. Gîsele Penteker got: “Lêkolînên Neteweyên Yekbûyî fikrên baş in lê bi rêbazên heyî bi bandor xebatek nayê meşandin. Bêdengiya navneteweyî jî wêrektiya bikaranîna çekên kîmyewî zêde dike.”   Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember herêmên Avaşîn, Metîna, Zap, Xakurê û Garê yên li herêma Federal a Kurdistanê ji 2022’yan heta niha didome. Di êrîşan de bi dehan carî çekên kîmyewî û qedexe hatin bikaranîn. Der barê vê de lêpirsînek nehat destpêkirin û ekîbên ku  xwestin biçin herêmê jî ji aliyê PDK’ê ve hatin astengkirin.   Rêvebera berê ya IPPNW’ê ya Almanyayê û rêvebera koma xebatê ya "Deutschland-Turkeî-Kurdistan" akvîtîsta aştiyê Dr Gîsela Penteker ji 1982’yan heta niha bi awayekî çalak di tevgera aştiyê de cih digire. Gîsela ku di qada Tirkiye, xizmetên tenduristiyê, travma, koçberî û îltîcayê de xebat meşand, der barê bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve ji ajansa me re axivî.   ‘Guman tenê ji bo lêkolînê têr dike’   Gîselayê da zanîn ku şerê li hember Kurdistanê bi qasê şerê li Gazze û Ukraynayê di çapemeniya cîhanê de cih negirtiye û wiha got: “Mixabin di çapemeniya Alman de bi qasî şerê Ukrayna û Gazzeyê, şerê li hember Kurdistanê cih nagire. Mirov ji bo ji wir agahî bigirin divê kanalên taybet bên bikaranîn. Ji ber vê jî mirov der barê bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve, nûçe zêde nayên dîtin. Em pê agahdar nabin. Lê li ser gumanekê jî divê lêkolîn bê kirin. Guman tenê sedema lêkolînê ye.”   ‘Ji bêdengiyê hêzê digirin’   Gîselayê her wiha bi lêv kir ku Tirkiye der barê bikaranîna çekên kîmyewî de ne bi fikar e û ji ber dizane ku qada navneteweyî tiştekî nake. Gîselayê wiha dirêjî dayê: “Tirkiye di bikaranîna çekêm kîmyewî de pirsgirêkê nabîne. Dîtin ku ne xema mekanîzmayên Neteweyên Yekbûyî ye. Ev tecrube kirin. Bêdengiyê dizanin. Ji ber vê di  pêkanîna vî sûcî de xwe azad dibînin. Welatên ku peymana navneteweyî îmze kirin hema hema hemû li ser çekên kîmyewî û biyolojîk lêkolînan dikin. Heta bawer im tenê stokên çekêm kîmyewî yên Tirkiyeyê tunene.”   ‘PDK bi çareseriyê re eleqeder nabe’   Gîselayê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Lêkolînên Neteweyên Yekbûyî fikrek baş bû. Lê bi rêbazên heyî lêkolînek bi bandor nayê kirin. Xwe bixwe dixapînin. PDK bi çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd re eleqeder nabe. Ev bi aşkera tê dîtin. Êrîşên Tirkiyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakurê Iraqê dijhiqûqî ye. Gaveke çareseriyê ya Tirkiyeyê tune ye. Mixabin ronahiyek nayê dîtin.”