ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-12 09:00:00     * Li Hezexê leşker bi talîmata walîtiyê qerekolan çêdike. Qerekolên tên çêkirin qadên ku malên gel lê ne dagir dike.   *Jinan derbarê xespkirina îradeyê ya li Colemêrgê diyar kirin ku wê rê nedin qeyûman, wê çalakiyên bê navber bimeşînin û banga têkoşîn hevpar kirin. BI DÎMEN   * Aktîvîsta aştiyê Dr. Gîsele Penteker got: “Lêkolînên Neteweyên Yekbûyî fikrên baş in lê bi rêbazên heyî bi bandor xebatek nayê meşandin. Bêdengiya navneteweyî jî wêrektiya bikaranîna çekên kîmyewî zêde dike.”   * Yek ji parêzerên Doza Kobanê Cemîle Turhalli Balsak balkişand ser biryara hatiye dayîn û got: “DAIŞ li Kobanê bigihişta armanca xwe, qirkirina bi giştî pêk bihata û Kobanê biketa wê ev doz jî tunebûna.”BI DÎMEN   * Li dijî tayînkirina qeyûm û xespkirina vîna gel, sibê li taxa Tekserê ya Qada Otogara Colemêrgê mîtîngek tê lidarxistin. Dê sibê bi hezaran welatî li qadê bên li cem hev.