Li Colemêrgê kolan bi kolan banga ji bo mîtîngê 2024-06-11 20:17:14   COLEMÊRG - DBP, DEM Partî û TJA, ji bo mîtînga ku li dijî desteserkirina şaredariya Colemêrgê wê pêk bîne li 14 taxan belavok belav kir û gel vexwendin mitîngê.   Li dijî darbeya qeyûmê di 13’ê Hezîranê de li Colemêrgê bi pêşengiya partiyên siyasî mîtînga “Şaredarî ya gelan e, em ê destûrê nedin desteserkirinê” bê lidarxistin. Beriya mîtîngê, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Partî ya Colemêrgê, li taxên Pehlîvan, Keklîkpinar, Kiran, Bîçer, Berçelan, Tekser, Gazî, Merzan, Taxa Nû, Baglar, Karşiyaka, Sûmbûl, Medrese û Bûlakê belavokên ku ji bo mitîngê li ser dinivîsî hatin belavkirin. Alîkarî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Vezîr Parlak, Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî belavkirina belavokan bû. Erebeya anonsê ku pêşengiyê kir ve gel vexwendin mitîngê.    Ji bo mitînga 13’ê Hezîranê bang   Li her taxa ku wesayîta anonsê geriya, ji 7 salî heta 70 salî û bi taybetî eleqeya zêde ya zarokên balkêş bû. Parlamenterê DEM Partiyê yê Agirî Heval Bozdag daxuyanî da. Heval, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûmê li Colemêrgê vîna gel hatiye paşguhkirin û li dijî vîna gel “derbe” hatiye kirin. Heval, wiha berdewam kir: “Vîna gelê Colemêrgê ji aliyê rejîma kevneperest ve tê desteserkirin. Em dixwazin bêjin ku em bi gelê Colemêrgê û di serî de Gelê Kurd di serî de li dijî vê rejîma qeyûmê ne. Em ê vê têkoşînê bimeşînin û mezin bikin. Ji ber vê yekê me biryar da ku 13’ê HezîranÊ de mitîngekê li dar bixin. Em ê bi dengekêmezin ji qeyûman re bêjin ‘na’. Em benda hemû kedkar û gelên Tirkiyeyê ne ku bên Colemêrgê. Em bang li her kesî dikin ku di 13’ê Hezîranê de ji qeyûman re bêjin na.”   Girse di dema belavkirina belavokan de bê navber dirîşmeya “Bijî Berxwedana Colemêrgê” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Ji bo bangawaziya mitîngê heta derengiyê şevê belavok hat belavkirin.