Çalakiyên li dijî qeyûm didomin 2024-06-11 19:42:42   ÎZMÎR - Nobetê edeletê yên li dijî tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê hatibûn destpêkirin iddomin û di çalakiyan de peyama ‘wê îradeya gel biserkeve’ hat dayîn.   Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’ê hezîranê de hat binçavkirin û piştre qeyûm tayînê şûna wî hat kirin. Di doza ku jê dihat darizandin de 19 sal û 6 meh ceza li Mehmet Siddik hat birîn. Çalakiyên protestoyî yên li dijî bûyerê didomin. "Nobeda Edaletê" ya ku li Îzmîrê li dijî qeyûmê tayînî şaredariya Colomergê hat kirin ji aliyê partî û saziyan ve hatibû destpêkirin di roja xwe ya 6'emîn de dewam kir Nobeta ku li ber Sumberbank a Berê pêk hat gele kes tevli bûn.   Şaredarê Findikliyê Ercument Şahîn Çervatoglu axivî û da zanîn ku  li welat demokrasî tuneye. Hunermendên Jinart Huner piştî axaftinan stran gotin.