Jinên Kurd li Moskovayê beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn 2024-06-11 18:34:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinên Kurd bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew ê bi tevlêbûneke xurt beşdarî pêngavên KJK û TAJÊ’yê bibin û wiha gotin: “Bi rêxistinkirina hemû jinên cîhanê re em ê azadî û serkeftinê teqez bi ser bixin.”   Tevgera Jinên Kurd a herêma Esenge, Rêxistina Civakî ya Ezdîxanê û Organîzasyona Jin ‘Viyan’ der barê pêngava KJK’ê ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Kurdistanê re statu’ û pêngava TAJÊ'yê dane destpêkirin li avahiya Mala Kurd a paytexta Rûsya Moskovayê daxuyanî da çapemeniyê.    Daxuyaniya rêxstinên jinên Kurd ê Moskovayê bi vî rengî ye: “Di serî de pêngava ku KJK’ê ya ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Kurdistanê re statü’ dabû destpêkirin, em ê ji her demê zedetir tevlîbûnekî xurtir bidin çêkirin. Di heman demê de em tevlî pêngava TAJÊ’yê ya li dijî qirkirna jinan bibe dengek xweparastinê û Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an were naskirin ku ji 8’ê Adarê heyanî 3’yê Tebaxê daye destpêkirin, dibin. Em wek tevgera jinên Kurd a herêma Esenge, Rexistina Civakî ya Êzîdxanê û Oraganîzasyona Jin ‘Viyan’ yê Moskovayê destekê didin û em ê bi rêzeçalakî, daxuyanî û çalakiyên reng bi reng tevlî pêngavan bibin.”   ‘Em ê xwe xwe li her derê rêxistin bikin’   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi alîkariya nûnerên netewên din jî bi awayê şandina nameyan, civîn, daxuyanî ji bo ku em bikaribin tecrîda li ser Rêber Apo rabikin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin tevbigerin. Her wiha li dijî qirkirina jinan em ê dengê xwe bilind bikin û faşîzmê têk bibin. Ji bo ku em bikaribin azad bijîn û xwe biparêzin li her derê em ê xwe bi rêxistin bikin.Di roja me de hê jî şerên hovane û tundiyê tên jiyîn. Welatê me hatiye dagirkirin û talankirin. Destavetina jinan û kuştin bûne bûyerên rojane. Em wek tevgera jinên herêma Rûsyayê van nêzîkatiyan bi tundî şermezar dikin.  Em bang li tevahî tevgerên jinên cîhanê dikin ku li hemberî kiryarên qirêj ên faşîzmê bêdeng nemînin û bi hev re têkoşîna xwe bilintir bikin.   Em vîna xwe ji paradigma Rêber Apo, YJA Star, YPJ, YJŞ’ê digirin. Bangawaziya xweparastinê dikin û dibêjin ji her demê zêdetir em ruhê têkoşîna xwe bi hêztir bikin.Bi ruhê demê yê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî ‘ku bû dengê jinên cîhanê û bû sembola azadiyê em ê dengê xwe bilintir bikin. Bi rêxistinkirina hemû jinên cîhanê em ê azadî û serkeftinê teqez bi ser bixin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.