'Em ê nehêlin jineke din jiyana xwe ji dest bide' 2024-06-11 14:57:24       EDENE- Platforma Jinan a Edeneyê, qetilkirina kedkara tenduristiyê Saniye Aslan şermezar kir, bang li jinan kir ku ji bo jiyaneke ewle xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.   Platforma Jinan a Edeneyê, qetilkirina kedkara tenduristiyê Saniye Aslan ji aliyê Îhsan Ugurlu ve bi daxuyaniyekê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Yuregîrê protesto kir. Sekretera Jinê ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) Şaxa Edeneyê Selma Çinkir ku daxuyanî da, diyar kir ku Saniye bi polîtîkayên zayendperest ên hikûmetê ji jiyanê qut bûye.   Banga rêxistin û têkoşînê dikin   Selmayê got, "Divê were zanîn ku her kuştina jinan êrîşeke li dijî mafê jiyanê yê jinan e." Selmayê diyar kir ku ew ne di nava şînê de ne, di nava îsyanê de ne û got, “Em ê nehêlin jineke din jiyana xwe ji dest bide, em ê xwe bi vê rewşê re nehêlin, em ê kesekî din winda nekin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî axaftin, polîtîka û pêkanînên ku jiyan û mafên jinan dike hedef, xwe bi rêxistin bikin û ji bo jiyaneke bê şîdet û ewle têbikoşin."