Li Wanê ji bo mitinga Colemêrgê bang hat kirin 2024-06-11 13:56:54       WAN- Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê banga tevlîbûna mîtînga mezin a 13'ê Hezîranê ya wê li Colemêrgê bê lidarxistin kir.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) ya Wanê bi boneya mîtînga Colemêrgê ya ku wê di 13'ê Hezîranê de bi dirûşma "Em rê nadin qeyûman" bê lidarxistin, li ber avahiya partiyê çalakiyek li dar xist. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê, Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê Mahmut Dîndar, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Zulkuf Uçar, TUHAY-DER, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Rêveberiyên bajar û navçeyan ên partî û DBP'ê beşdar bûn.   Di bernameyê de pankarta "Em rê nadin qeyûm û faşîzmê îradeya gel nas bikin" hate vekirin, Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar û Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Wanê Harûn Okay axivîn.   'Têkoşîna me wê heta çûyina qeyûman bidome'   Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Wanê Harûn Okay, diyar kir ku qeyûm tê wateya zilm û talanê û got, "Dizî û talanî di dîroka 8 salan a qeyûman de derketiye holê. Qeyûm îradeya gelê Kurd paşguh dike. Em hemû gelê xwe vedixwînin mîtînga mezin a ku roja Pêncşemê li Colemêrgê tê lidarxistin, ji bo ku em mafên xwe yên demokratîk li dijî qeyûman bînin ziman. Em ji vir bang li hemû gelê xwe dikin. Heta zîhniyeta qeyûman ku vîna gelê Kurd ji nedîtî ve tê bi dawî bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin."   'Vîna hemû gelên Tirkiyeyê hatiye desteserkirin'   Piştre parlamenterê Wanê Zulkuf Uçar axivî, bi bîr xist ku Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş di encama komploya 10 salan a darazê de hat cezakirin û got ku îradeya hemû gelên Tirkiyeyê bi taybetî gelê Colemêrgê hatiye desteserkirin. Zulkuf hemû welatî vexwend mîtînga ku wê roja pêncşemê bê lidarxistin.