Ketina 2 gundên Geverê hat qedexekirin 2024-06-11 11:30:50       COLEMÊRG - Li navçeya Geverê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û ketina 2 gund û zozanên operasyon lê hatiye destpêkirin hate qedexekirin.    Li herêma Çiyayê Sipêrêzê ku gundên Tilorana Jêr û Tilorana Jor ên navçeya Gever a Colemêrgê li wê herêmê ne, operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hat zanîn ku gelek leşker û cerdevan tevli operasyonê bûne. Bi destpêkirina operasyonê re li ser pira di navbera zozanên Horê, Berê Sor û Coniyê bi wesayîtên zirxî noqteya leşkerî hate danîn. Hat zanîn ku gelek makîneyên karli herêma operasyonê hatine sewqkirin. Her wiha hat zanîn ku gundên navborî hatine dorpêçkirin û ketin û derketinên gundan hatine girtin.    Hat ragihandin ku li qadên çiyayên Sipêrêz û Omerê liv û tevgera Balafirên Biçek û Bêmirov heye.    Di heman demê de hat zanîn ku welatiyên dixwestin pezê xwe bibin zozanan jî hatin astengkirin.