Ji bo mîtînga 13'yê Hezîranê bang: Em xwedî li vîna xwe derkevin 2024-06-11 10:54:07       WAN - Li dijî tayînkirina qeyûm a şaredariya Colemêrgê di 13'yê Hezîranê de mîtîngek tê lidarxistin. Siyasetmedar banga tevlîbûna mîtîngê li gel kir û got: "Gelê me dê xwedî li vîna xwe derkeve."    Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywîrê hat girtin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin. Bertekên li hemberî tayînkirina qeyûm hem li Tirkiyeyê û hem jî li Kurdistanê tê şermezarkirin. Di 13'yê Hezîranê de bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Em rê nadin qeyûman" li pêşiya Mizgefta Uluyê ya Colemêrgê mîtîngek tê lidarxistin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partiyê û rêxistinên civaka sivîl dê tevli mitîngê bibin. Ji bo mîtîngê dê ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jî gelek kes tev li bibin.    Siyasetmedar banga tevlîbûna mîtîngê li gel kir.    Hevseroka DEM Partî ya Rêya Armûşê Nurhayat Polat, bal kişand ser girîngiya mîtîngê û got: "Daxwaza me ev ê ku gel tevlî mîtîngê bibin. Em banga tevlîbûna sazî û dezgehên demokratîk, sendîka rêxistinên pîşeyî dikin. Ji bo parastina vîna Gelê Kurd dê gel di mîtîngê de cihê xwe bigire."    Aktîvîsta TJA'yê Gulistan Bozkurt jî destnîşan kir ku dê di 13'yê Hezîranê de bicivin û wiha bi lêv kir: "Gel dê xwedî li vîna xwe derkeve. Li  vî vîna gel tê xespkirin û tune tê hesibandin. Hebûna kurdan tê înkarkirin. Sedsal in em têkoşîna hebûnê didin û em ê vê têkoşînê jî bidomînin. Em dev jî têkoşînê bernadin. Ez bang li gel dikim ku xwedî li vîna xwe derkevin."    Endama Meclîsa Şaredariya Tuşbayê ya DEM Partiyê Serap Guvenç, jî di axaftina xwe de wiha behsa xespkirin vîna gel kir: "Ev yek di hiqûqê de nîne. Li dijî zîhniyeta qeyûm û ji bo rawestandina tayînkirina qeyûm dê di 13'yê Hezîranê de li Colemêrgê bicivîn."   Endama Meclîsa Şaredariya Şaxê ya DEM Partiyê Üyesi Edîbe Babur, derbarê mijarê de wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em ji vir bang li gelê xwe dikin divê em xwedî li Şaredariya Colemêrgê derkevin. Ji bo vê jî em ê di 13'yê Hezîranê de li Colemêrgê bin. Em bi hev re qeyûman ji vir bişînin. Qeyûm tê wateya talan û zilmê, tê nenaskirina Kurdistan û Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê em yekcar qeyûman nas nakin. Em ê bi hev re qeyûma li Colemêrgê def bikin."