Roja ewil a meşa demokrasiye bi coş bi dawî bû 2024-06-10 22:23:40   COLEMÊRG - Roja ewil a meşa demokrasiyê ya bi pêşengiya sazî û partiyan li Colemêrgê hat despêkirin bi coş bi dawî bû. Di hevdîtinan de peyama xwedîderketina li îradeya gel hat dayin.    Li Colemêrgê li dijî xespa îradeya gel wê di 13’ê Hezîranê de miting bê lidarxistin. Berî mitinge “Meşa demokrasiyê” ya ji bo sê rojan dest pê kir. Roja ewil a meşa demokrasiyê ya bi pêşengiya sazî û partiyan li Colemêrgê hat despêkirin bi coş bi dawî bû. Di hevdîtinan de peyama xwedîderketina li îradeya gel hat dayin. KCD, TJA, Tifaqa Ked û Azadiyê, hevparên DEM Partiyê, Rêxistinên Civaka Sivil û gelek kes tevli meşê bûn. Di meşê de pêşmalkên bi nivîsa “Em rê nadin qeyûm” hatin lixwekirin.    Meşvanên saetên serê sibehê ji Şemzînanên bi coşa gel derketin ser rê piştre derbasî gundê Şapatan bûn. Meşvanên bi dirûşman derbasî gund bûn ji aliyê welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren li vir da zanîn ew ê li îradeya xwe xwedî derkevin û gel vexwendin mitinga 13’ê Hezîranê.    Bi dirûşmeyan meşiyan    Meşvanan dirûşma “Colemêrg a me ye” berz kirin. Welatiyan jî piştigirî dan wan. Piştre meşvan ji Kaniya Kaymakam derbasî Bihureka Haruna bûn. Li vir jî dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Qeyûm bicehime here” hatin berzkirin. Meşvanan li vir gel vexwend mitinge û piştre derbasî gundê Sipîndarok bûn. Meşvanan li vir bi welatiyan sohbet kirin. Meşvanan hevdîtinên xwe yên gundê Çemê Mîra û navçeya Şemzînanê bi dawî kirin.    Piştre meşvan bi konvoyek qelebalix derbasî gundê Serdeşt ê Geverê bûn. Li vir jî gel vexwendin mitinge. Li vir welatiyekî got zû dereng wê kesên zilmê dikin cezayê xwe bibinin.    Her wiha meşvan derbasî gundê Pagê jî bûn. Li vir jî hevdîtineke bi coş derbas bû. Welatiyan meşvan bi dirûşman pêşwazî kirin. Parlamentera DEM Partiyê Oznur Bartin li vir welatî vexwendin mitinge û got heta xespa li dijî îradeya xwe bi dawî bibe ew ê têkoşîna xwe bidomînin.  Her wiha parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç jî got ev têkoşîn têkoşîna azadiyê ye.    Meşa Demokrasiyê di roja ewil de bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.    Wê Meşa Demokrasiyê sibehê li Geverê bi daxuyaniya saet di 11.00’an de dewam bike. Meşvanên wê gundên Geverê bigerin wê piştre derbasî navçeya Çelê bibin.