Li Colemêrgê jî bo mîtîngê belavok hatin belavkirin 2024-06-10 18:28:07   COLEMÊRG – DEM Partî, DBP û TJA’yê li gelek taxên bajêr belavok belav kirin û gel vexwendin mîtîngê.   Li Colemêrgê li dijî darbeya qeyûm dê 13’ê hezîranê bi şiara, “Şaredarî ya gelan e, em ê destûrê nadin desteserkirinê” mîtîngek bê lidarxistin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a navenda Colemêrgê li taxên Biçer, Berçelan, Kiran, Tekser, Serêsolan, Daggol, Merzan û Keklîkpinar belavok belav kirin. Girseyê di nava kolanên taxan de dirûşmeyên “Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye”, “bijî berxwedana gelê kurd”, “bijî berxwedana Colemêrgê” û “Bijî bexwedana zîndanan” berz kirin û welatî vexwandin mitîngê. Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Vezîr Coşkun Parlak, Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Colemêrgê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Ciwanan û gelek kes tevlî belavkirina belavokan bûn.    Girseyê di dema belavok belav kirin de diyar kirin ku ew ê di 13'ê Hezîranê saet 15.00'an de li navenda bajêr mîtîngeke mezin li dar bixin û gotin, “Em hemû welatiyên xwedî wijdan vedixwînin parastina vîna gelê Colemêrgê.”