Ji TJA’yê bo jinên ji girtîgehê derketine hevdîtin 2024-06-08 20:18:19   AMED - Bi pêşengiya TJA’yê bi jinên ku ji girtîgehê tahliye bûn û jinên fermînîst yên ji STenbolê hatine re hevdîtin hat kirin û peyama mezinkirina piştevaniyê hat dayîn.   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê bi jinên ji girtîgehê derketine û koma jinên femînîst ya ji Stenbolê hatiye hevdîtin hat kirin.  Hevdîtin li navçeya Sûrê li Konaxa Cemîlpaşa pêk hat.  Endamên TJA’yê, Koma Jinên Femînîst, hevşaredara bajarê mezin a Amedê Serra Bucak, jinên dema nêz de tahliye bûne, parlamenterên DEM Partiyê û gelek nûnerên partiyên siyasî tevli blûn.   Aktîvîsta TJA’yê Çagla Demîrel axivî û da zanîn ku jinên bi salan bûn girtîbûne beşdarî hevdîtinê bûne û got ev hevdîtin ji bo wan gelek bi wateye.   Aktîvîsta femînîst Selîn Top jî axivî û destnîşan kir ku ew ê vê piştevaniyê mezin bikin û li dijî êrîşan ji bilî mezinkirina yekitiyê tu rê tuneye.    Ayla Akat Ata jî balkişand ser rewşa girtiyan û qanûna înfazê. Her wiha hevşaredara barê ya Nisêbînê Sara Kaya ku rojên borî de hatibû tahliyekirin jî axivî û destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe bidomînin.   Jinan di hevdîtinê de yek bi yek mafê gotinê girtin û peyama wê piştevaniyê bilind bikin dan.