‘Em ê rê nedin darbeya siyasî’ 2024-06-04 21:52:05   STENBOL - Rêxistinên DEM Partî yên navçeyên Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê çalakiyên protestoyî pêk anîn û peyama wê rê nedin xespkirina îradeya gel dan.   Bertekên li dijî binçavkirina hevşaredarê Colemêrgê Siddik Akiş û tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariyê bidomin. Li navçeyên Kadikoy, Esenyurt, Beyoglu, Bagcilarê daxuyanî hatin dayîn.   Kadikoy   DEM Partî ya Kadikoyê daxuyaniyek da. Însiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst (SMF) Partiya Sosyalîst a Bindestan ( ESP) û endamê Meclîsa DEM Partiyê Musa Pîroglu û gele kes tevli daxuyaniyê bûn. Hevseroka DEM Partî ya Kadikoyê Serap Borucu daxuyanî xwend û da zanîn ku ev darbeyeke siyasiye. Serapê da zanîn ku îradeya gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê tune hatiye hesibandin û  got hevşaredarê Colemêrgê û hemû hevşarên din îradeya wane, nûnerên rewa yên mîlyonane.   Serapê dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku wê rê nedin kesên ku îradeya gel xesp dikin.   Beyoglu   DEM Partî ya Beyoglu jî daxuyaniyek da û wiha got: “AKP-MHP’ê sûc kiriye. Bi salane îradeya gel xesp dikin. AKP qanûnan tune dihesibîne. Ev kumpaseke. Desthilatdarî bi detê darazê bi îdianameyên derewîn şaredariyan dagir dike. Ev xespkirina îradeya gele.  Di şexsê Mehmet Siddik Akiş de hemû hevşaredar îradeya bi mîlyonan e.”   Bagcilar   Li Bagcilarê jî bi heman armancê li avahiya DEM partî ya Bagcilarê daxuyanî hat dayîn. Hevseroka DEM partî ya Bagcilarê Nurten Varlik daxuyanî xwend û destnîşan kir ku AKP-MHP li dijî gelan sûc dike û got wê destur nedin  vê xespkirinê.   Esenyurt   DEM Partî ya Esenyurtê li dijî qeyûmê tayînê şaredariya Colemêrgê hatiye kirin daxuyaniyek da û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.  Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.