Ji Emîne Şenyaşar bang: Bila her kes bê runiştina kurê min 2024-06-04 21:33:17   ENQERE- Emîne Şenyaşar di roja 122’emîn a çalakiya xwe de ji bo runiştina kurê xwe Fadil Şenyaşar ku wê 7’ê hezîranê de bê dîtin bang kir û got: “Bila her kes bê. Çiqas parêzer hene bila bên wir. Em we dipên.”   Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 122’emîn de didome. Rêxistina partiya Kedê (EMEP) ya Enqereyê çû serdana malbata Şenyaşar.   Emîne Şenyaşar di çalakiyê de ji bo runiştian kurê xwe Fadil Şenyaşar ku 7’ê hezîranê de tê dîtin wiha bang kir: “ Roja înê saet di 10.00’an de runiştian kurê min heye.  Bial her kes bê. Çiqas parêzer hene bila bên wir. Em we dipên.” Li aliyê din jî  çalakiya Sevînç  Çakir ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû girtin, jî di roja 41’emîn de berdewam kir.   Piştî nobetê Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît re derbasî meclîsê bû.