Heyeta CHP'ê li Colemêrgê ye: Tayînkirina qeyûman ne hiqûqiye 2024-06-04 19:31:21   COLEMÊRG - Heyeta CHP'ê ya ku piştî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hat bajêr, serdana DEM Partiyê kir. Berdevkê CHP'ê Denîz Yucel diyar kir ku ev pêkanîn ne hiqûqî ye û got: "Em ê di her qadê de hevgirtina xwe bidomînin."   Piştî ku Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin û qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, şandeya Partiya Gel a Komarê (CHP) jî hat bajêr. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên BDP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Keskîn Bayindir û endamên partiyê li avahiya DEM Partiyê şandeya CHP’ê pêşwazî kirin.   Tulay Hatîmogûllari spasiya şandeyê kir û wiha vegot: “Em bi hev re dikarin xwedî li demokrasiyê derkevin. Li hemberî zîhniyeta ku mafê dengdayîn û hilbijartinê asteng dike em dikarin bi ser bikevin. Encax em bi hevgirtinî dikarin vê zihniyeta derbekar têk bibin. Ji ber piştgiriya we ez spasiya Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û we dikim.”   Berdevkê CHP’ê Denîz Yucel li vir axivî û got, “Em ji bo bertek nîşanî pêkanîna qeyûmanê bidin û piştgiriyê bidin DEM Partiyê li vir in. Em li gel her kesên ku bi neheqî û bêhiqûqiyê rû bi rû dimînon re ne. Qeyûm dijdemokratîk e û neqanûnî ye. AKP hê jî bi zagonên ku di dema hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê de derxistibû, welat birêve dibe. Hikûmet hîn jî xwediyê feraseteke ku ji serdema derbeyê sûd werdigire. Weke CHP’ê em ê li her qadê hevgirtina xwe bidomînin.   Heyet  ji bo hin hevdîtinan bike ji avahiya bajêr derket.