Li Dîlokê jinek bi kêrê hat qetilkirin 2024-06-04 10:20:54       DÎLOK - Li Dîlokê cenazeyê jineke bi kêran hatiye qetilkirin di konteynira gelaşê de hate dîtin.    Di konteynireke gelaşê a li Taxa Karşiyaka ya navçeya Aleban a Dîlokê cenazeyê jineke bi kêran hatiye qetilkirin hate dîtin. Dema şêniyên taxê ji bo avêtina gelaşê çûn konteynirê cenaze hate ferqkirin. Di lêkolîna cihê bûyerê de hate tespîtkirin ku cenaze aydê jineke 25 salî ye ku navê wê nehat zanîn.    Ji bo otopsiyê cenaze rakirin Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê û têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.