Li Mêrdînê serdegirtinên malan 2024-06-04 10:05:24       MÊRDÎN -Li Mêrdînê danê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di dema ku gelek kes hatin binçavkirin de, malbatek ku di nav de jinek ducanî jî hebû, hat derbkirin.    Li navçeyên Artuklu û Qoser ên Mêrdînê danê sibehê bi awayekî hemwext bi ser gelek navnîşanan de girtin. Di nav wan de birayên hev Serhat Akpinar û Baver Akpinar, jî heye Ramazan Kalkan, Çekdar Ermiş, Rûbar Kaya û gelek ciwanên navên wan nehat zanîn hatin binçavkirin.    Ciwanên hatin binçavkirin bi kelepçeya berevajî hatin kelepçekirin, li mala malbata Kalkan a ku serdagirtin lê hat kirin ferdên malbatê hatin derbkirin.   Malbatê rapora derbkirinê wergirt    Ramazan Kalkan, bavê wî Davut Kalkan, birayê wî Agît û Emîne Kalkan ên ku di serdegirtina mala malbata Kalkan a li Taxa Saraçoglu ya navçeya Artukluyê de hatibûn binçavkirin, hatin derbkirin. Di laşê endamên malbatê yên hatin derbkirin de şikestin û şopên îşkenceyê hene. Li ser xalîçeyên malê ji ber êrîşê lekeyên xwînê bal kişandin. Hewiha hat eşkerekirin ku Emîne Kalkan ducanî ye. Endamên malbatê ji bo gilî  bikin çûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û rapora derbkirinê wergirtin.   Ew ê gilî bikin    Davut Kalkan der barê bûyerê de agahî da û diyar kir ku ew û zarokên xwe bi zorê li erdê hatine dirêjkirin û polîsan ew bi erdê re kaş kirine. Davut diyar kir ku ew tedawiyê qebûl nakin û got, “Eger biryara lêgerînê hebe em tiştekî nabêjin, bila lêgerînê bikin. Lê ez tevgerên wan ên hovane qebûl nakim. Ez qebûl nakim ku li erdê werim dirêjkirin. Bi zorê em li erdê dirêj kirin û pozê kurê min şikandin. Herçiqas min got qirika min diêşe jî, qirika min êşandin. Ger dixwazin bikujin bila bikujin. Lê ez qebûl nakim di serdegirtineke bi vî rengî de bi darê zorê min li erdê dirêj bikin. Ez serê xwe natewînim nakim. Ez ê giliyê pêwîst ên sûc jî bikim."