Hem xeyalê xwe pêk anî û hem jî jiyana gelek jinan guhert 2024-06-04 09:02:22       Pelşin Çetinkaya   ÊLIH – Emîne Yillmaz Aktaş, a ku ji 13 saliya xwe ve xeyala xwe ya ku dixwest cil û bergên kurdî dîzayn bike û bidirû pêk anî, ji bo gelek jinan jî bû mînak û ew teşwîkî vî karî kirin.   Digel ku çand li çaraliyê cîhanê di bin xetereya tunebûnê de ne, cil û berg nîşaneyên girîng ên van çandan e. Ji aliyekî ve ji aliyê kapîtalîzmê ve di bin navê “moda” de motîfên çandî ji holê tên rakirin û ji aliyekî din ve jî li hemberî vê pêkanînê têkoşîneke mezin a kesan ku çanda xwe dixwazin biparêzin heye. Emîne Yilmaz Aktaş jî yek ji wan kesan e ku ji bo nasandin û parastina cil û bergên neteweyî yên kurdî ku parçeyek ji çanda kurdin têkoşînê dide ye.   Li Cizîrê yekem car jinan atolye vekir   Emîne ya ku di 13 saliya xwe de çû Stenbolê, di pîşesazîya tekstîlê de dest bi şagirtiyê kir. Emîne ku di demeke kin de fêrî bikaranîna makîneyên dirûnê bû, li Stenbolê nêzî 18 salan di tekstîlê de xebitî û piştre hat navçeya Cizîrê ya Şirnexê. Emîne ku li vir dest bi dirûtina kincên neteweyî kir û ji bo jin bixebitin atolyeya jinan vekir, bi vê helwesta xwe ji bo jinan jî qada îstîhdamê ava kir. Di atolyeya ku di destpêkê de hem cil û bergên rojane û hem jî cil û bergên neteweyî dihatin dirûtin, jinan piştî demekê dest bi dirûtina kincên cûr bi cûr kirin. Emîne diyar kir ku ev dirûtina kincên cûr bi cûr bi awayê komî li Cizîrê cara yekem e tê kirin û destnîşan kir ku jin hem ji aliyê civakî û hem jî ji aliyê manewî ve dema li vir dixebitin xwe baştir dibînin.   Li Êlihê karê xwe didomîne   Emîneya ku piştî 3 salan neçar ma dest ji atolyeya Cizîrê berde, vedigere cihê jidayikbûna xwe Êlihê. Emîne, anî ziman ku berê demeke kurt li Êlihê kargehek vekiriye û niha jî dîzayna cil û bergan dike. Emîne dibêje: "Bi rastî ji bo min girîng bû ku li vir cil û bergên me yên neteweyî li herêma me bên lixwekirin û ev karê ku dikim xwna min bû. Xewna min ev bû ku herkes bi cil û bergên xwe yên neteweyî bigere."   Emîne, anî ziman ku ew ji dirûtinê û hilberînê hez dike û destnîşan kir ku ji ber vê yekê ew dest ji karê xwe bernade. Emîne dibêje ku jin ji karên xwe û ji cihê ku dixebitin jî hez dikin û dema jin dixebitin xwe baş hîs dikin.   Herî dawî jî Emîne got ku ew ê di dema pêş de ji bo danasîna cil û bergên kurdî şahiyekê jî li dar bixin.