28 baro derbarê tayînkirina qeyûm de daxuyanî dan 2024-06-03 20:22:49   NAVENDA NÛÇEYAN - 28 baroyên ku têkîldarî desteserkirina îradeyê ya li Colemêrgê daxuyaniyek hevpar dan wiha gotin, “Erka hemû kesê ye ku xwedî li îradeya hilbijêran derkevin û demokrasiyê biparêzin.”   28 baro li dijî desteserkirina îradeyê ya li Colemêrgê daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de namzetê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Siddik Akiş şaredariya Colemêrgê bi dest xist û mezbate ya xwe girt û wiha got: “Îro Şaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş bi hinceta lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê li Wanê hat binçavkirin û Avahiya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Colemêrgê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin û li avahiyê lêgerin hat kirin.”   Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dema ku ev geşedan qewimîn, Wezareta Karên Hundir bi daxuyaniyekî ragihand ku Waliyê Colemêrgê ji bo Serokatiya Şaredariya Colemêrgê tayîn kirine. Di demên dawî de xisûsa ku li welatê me herî zêde pêwîstî pê dibe, avakirina norm û nirxên gerdûnî ye. Ji bo vê şerta pêşîn jî hebûna rêveberiyeke wekhev, azadîxwaz û aştiyane ye. Bi biryara tayînkirina qeyûmê re mafê hilbijartin û hilbijîrînê ku bingeha demokrasî û hiqûqê ye, hat astengkirin. Em careke din bi bîr dixin; şartê ewil û pêwîst ê demokrasiyê naskirina îradeya hilbijêran e. Erka hemû kesê ye ku xwedî li îradeya hilbijêran derkevin û demokrasiyê biparêzin. Di vê çarçoveyê de em bang li desthilatdariya siyasî dikin ku dev ji tayînkirina qeyûman berde û şaredarê ku hatiye hilbijartin vegerîne.”   Baroyên ku daxuyanî dan wiha ne: “Baroya Amedê, Baroya Semsûrê, Baroua Agirî, Baroya Enqere, Serokê Baroya Antalya, Baroya Êlihê, Baroya Çewlîgê, Baroya Bedlîsê, Serokê Baroya Boluyê, Serokê Baroya Burdurê, Baroya Bursayê, Serokê Baroya Çanakaleyê, Serokê Baroya Çankiriyê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Îdirê, Baroya Ispartayê, Baroya Îzmîrê, Baroya Qersê, Baroya Kocaelî, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê, Baroya Dersimê, Baroya Zonguldakê.”