Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Darbeya siyasî ye 2024-06-03 18:59:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li gelek bajaran hate protestokirin. Di çalakiyan de payama “Em rê nadin faşîzmê” hate dayîn.   Li Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 31’ê Adarê de bi dest xistibû, cara sêyemîn qeyûm hate tayînkirin. Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin, ji peywirê hat dûrxistin û li şûna wî walî Alî Çelîk weke qeyûm hate tayînkirin. Tayînkirina qeyûm li gelek bajaran hate protestokirin.   Mêrdîn   Serê sibê binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûm li şûna wî li Mêrdînê hate protestokirin. Bi sedan kes beşdarî daxuyaniya ku li Parka Karayoluyê hat lidarxistin bûn. Derdora girseyê  ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin, dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Bijî berxwedana Colemêrgê" hatin berzkirin.   Li ser navê beşdaran, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Şerafettîn Aslan daxuyanî xwend. Şerafettîn got, “Yek ji encamên herî girîng ên hilbijartinên 31’ê Adarê ew bû ku gelê Kurd darbekar û talankeran ji holê rakirin û şandin selika çopê ya dîrokê. Hikûmetê bi biryara qeyûmê ya îro dest bi hilanîna tola şaredariyan kir.   Hemû welatiyên ku di hilbijartinan de dengên xwe dane, divê çawa dengên xwe dixwazin ji bo Colemêrgê jî heman hesasiyetê nîşan bidin. rêzgirtin. Ev biryar li dijî demokrasiya Tirkiyeyê û muxalefetê komployeke mezin e. Ev xefikek mezin e ku hewl dide muxalefet û têkoşîna demokrasiyê parçe bike û têk bibe. Ji ber vê yekê em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku vê xefikê pûç bikin, mil bi mil li dijî bêhiqûqî û hewldanên desteserkirinê têbikoşin.”   Piştre Parlamenterê DEM'ê yê Mêrdînê George Aslan mafê axaftinê girt û bang li hikûmetê kir ku dev ji polîtîkaya qeyûmê berde.   Edene   Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê ragihandibû ku dê saet di 18.00’ê de li Parka Înonuyê daxuyaniyê bide. Avahiya partiyê ji nîvro heta niha di dorpêça polîsan de ye. Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê ketina avahiya partiyê bi polîsan daye girtin û destûr nade ku kesek bikeve avahî û jê derkeve.   Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan hate avahiya partiyê û got ku astengkirina derketina ji avahiya partiyê derqanûnî ye û wiha got: “Ev derhiqûqtî ye. Peywira polîsan ew e ku mafên me yên destûra bingehîn biparêze.” Bozan, li dijî gotina polîsekî ya “Hûn gel araste dikin”, wiha bersiv da: “Bêguman weke DEM Partiyê em ê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bangî 85 milyon welatiyan bikin. Em ê 85 milyon welatiyan araste bikin. Em ê bibêjin ya ku tê kirin eşqiyatî ye, darbeya qesrê ye û em qebûl nakin. Werin em li çar aliyên Tirkiyeyê dengê xwe derxînin û berteka xwe nîşan bidin.”   Dorpêça polîsan didome û partiyî jî hêj di avahiya partiyê de disekinin.