Li Kurdistanê komkujiya xwezayê 2024-06-03 09:11:33   Derya Ceylan   NAVENDA NÛÇEYAN- Li Kurdistanê projeyên HES, JES û kanên madenê ku  bi polîtîkayên AKP’ê tên pêşxisitn dibin sedema hilweşînê. Ev proje xwezayê  texrîb dikin û çavkaniya debarê ya gelê Kurd tune dikin, guherîna demografiyê hedef digirin.   Li Kurdistanê  bi projeyên Santralên Hîdroelektîrîk (HES), SAntrala Enerjiya Jeotermal (JES) û kanên madenê ekolojî tê texrîbkirin û bandorek cidî li ser jiyanê dike. Ev proje tenê xwezayê tune nakin di heman demê de polîtîkayên şerê taybet jî  li dijî gelê Kurd dikin jiyanê. Hevsengiya jiyanê xera dike û hemû cureyên zindiyan dikin bin xetereyê. Li Çiyayên Munzurê curebûna biyolojîk tune dibe.   Çavkaniyên avê zirarê dibînin   Projeyên HES’ê, kontrola çavkaniyên avê digire dest û bandor li çandinî û sewalkariyê dibe. Wek mînak Çemê Zîlan û Sotkîn dikare mînak bê nîşandan. Asta avê ketiye û masî dimirin, berhemên çandiniyê kêm dibin.   Kanên madenê, dibin sedema hezazê û tunebûna daristanan.  Ji ber bidawîbûna çandiniyê û sewalkariyê jî betalî zêde dibe, xizanî zêde dibe.    Karkerên kana madenê di bin şertên giran de dixebitin.   Ev projeyên ku xwezayê hedef digirin, bandorek neyînî li ser jiyana gel dikin. Qadên dîrokî bi projeyên bendavan tune dibin.   Operasyonên leşkerî   Projeyên mijara gotinê ne wek parçeyeke polîtîkayên şer yên AKP’ê yên li hember Kurdistanê tê nirxandin. Bi van projeyan dem bi dem ‘herêmên ewlehiya taybet’ tên îlankirin û operaysonên leşkerî pêk tên. Zext li gundiyan tên kirin.   AKP dixwaze çi bike?   AKP bi van projeyan dixwaze hedefên polîtîk û stratejîk bike meriyetê. Dixwaze berxwedana gel bişkîne û koçber bike. Dixwaze çavkaniyan tune bike û berxwedanê qels bike.   Me hinek komkujiyên xwezayê yên li Kurdistanê  berhev kirin.   Li Dêrsîmê dagirkeriya madenê   Dêrsîm ji ber HES, bendav, şewatên daristanan, kanên keviran di bin xetereyê de ye.  Li herêmê 145 projeyên madenê hene. 43 hezar 350 hektar wek qada madenê hatine îlankirin.  Gelek şîrketên madenê li vir ruhset girtine.   Di çarçoveya projeya turîzmê de hat xwestin ku li Çaviyên Munzurê otel bê çêkirin. Fîrma Serban ev proje pêk anî. Lê li dijî vê bertek hat nîşandan.  Di encama bertekan de proje hat sekinandin lê niha înşat didome.   Projeya HES’ê ya Çemê Zîlan    Li Erdîşa Wanê di 2014’an de projeya HES’ê hat destpêkirin lê hat belakirin. Di 2015’an de di çarçoveya projeyê de Regulatora Zîlanê û HES hat plankirin. Lê rastî bertekan hat. Di çarçoveya vê de texrîbatek mezin a xwezayê çêbû, dar hatin birîn. Av tunebûn. Masî mirin. Pêvajoya dadgehê de proje hat sekinadni. Lê dema pandemiyê de dîsa hat destpêkirin. Têkoşîna li dijî vê didome.   Li Çemê Sortkîn mirina masiyan   Ji ber HES a li ser çemê Sortkîn a Şax a wanê  jiyan bi bandor bû. Înşat ji 2010’an de hatibû destp^keirin. Rastî bertekan hatibû. Gelê herêmê û ekolojîstan diyar kir ku ev HES bandorek mezin li ser jiyanê û ekosîstemê dike.    Li Westanê vekirina kana kalkerê   Li navçeya Westan a Wanê ji 2020’an de ye li qada mesîreyê kana kalkerê hatiye vekirin. Ev kanên wisa bi ruhsatên destura taybet dikarin xebatan bimeşînin. Ev kan zirarek mezindidin axê, nebatan, hemû cureyên zindiyan û avê.   Li gundê Yurtbaşi kana mermer   Li Payîzava ya Wanê li gundê Yurtbaşi kana mermer hat avakirin û di 2013’an de ket faliyetê. MTA’yê ruhsat dayê.  Vê kanê zirarek mezin da av,ax û zindiyan. Bandorek neyînî li aboriya herêmê kir. kalîteya jiyanê ya herêmê ji ber kanê ket. Gola Tortumê   Projeya Rekrasyona Gola Tortumê ya Erziromê bi armanca parastina xweza û zindikirina turîzmê di 2018’an de xistin bernameya razemeniya Wezareta Hawirdor, Avhewa û Bajarvaniyê. Hat diyarkirin ku wê proje zirarê bide ekosîstemê û jiyana gel bi neyînî bandor bike. Li Qamûsan projeya HES’ê   Li Qamûsan a Qersê jî projeyên HES’ê bi taybet di 2010’an de hatin rojevê. Hat diyarkirin ku wê di çarçoveya yek ji van projeyan de 10 hezar û 421 darên mazî bên birîn.   Li Şirnexê kanên komirê   Li Şirnexê ji salên 1980’ê heta nika kanên komirê di faliyetê de ne. Kanên komirê  zirarek mezin dide xwezayê. Ev kan dibin sedema qirêjiya hewayê avê û çandiniyê.   Li Hekîmxanê faliyetên madenê   Li Hekîmxan a Meletiyê di 2021’ê de ji aliyê şîrketên madenê ve çewlîk hatin firotin û li ser faliyetên madenê hatin destpêkirin. Ev faliyetên kanên madenê zirarek mezin didin xwezayê. GelÊ herêm3e pisgirêkan dijîn û koçberî zêde ye.  Li Îlîçê madena zêr   Madena zêr ya li Îlîç a Erzînganê ji 2021’ê de faliyetê dimeşîne û bi hevkariya Madena Lîdya ya girêdayê Çalik Holdîng a navenda wê Tirkiyeye ve faliyetê dimeşîne.  Kana madenê ji 2010’an de dest bi faliyetan kiriye. Madena bi navê Altin Çoplar bi sedema qirêjiyek mezin û şemitandina axê, siyanur jê diherike. Ev bandorek jiyana zindiyan dike xetereyek mezin.    Li gundê Saggoze HES   Li gundê Saggoze a Çewlîkê jî projeya HES’ê ya di 2021’ê de hat çêkirin rê li ber texrîbatek mezin vedike.   Li Pîranê hilberînê tehdîd dike   Li navçeya Pîranê ya Amedê xebatên lêgerîna madenê  di 2020’an de ji aliyê Fîrma Madenê ya Olmez Dogu ve tê meşandin. Xebat li Pirejman û Tunekrak zêde bûne û li sifir, çîroko û kurşinê digerin. Gelê herêmê dixawzin xebat bên sekinandin.   Veguhertina baxçeyên Hewselê   Baxçeyên Hewselê yên di 2015’an de ji aliyê UNESCOY’ê ve wek mîrateya cîhanê hat qebûlkirin, di 2021’ê de xistin çarçoveya projeya Baxçeyê Neteweyî ya serokomar Tayyîp Erdogan aşkera kiriye. Tê plankirin ku veguherinin baxçeyên neteweyî.   Li Licê qirkirina daran   Li Licê di 2020’an de bi komî dar hatin birîn. Di çarçoveya operasyona leşkerî de dar hatin birîn. Parêzvanên xwezayê bertek nîşan dan.   Projeya HES’ê ya li Çemê Zorava   Li Sêrtê di 2015’an de li ser Çemê Zorava ji aliyê şîrketa Tîgrîs Enerjî ve projeya HES’ê ya Baran pêk hat û kêm maye temam bibe. Vê projeyê bandorek mezin li ser curebûna biyolojî kir û çandiniyê kir.    Li ser Geliyê Zorê jî projeya HES’ê ya tê plankirin ji aliyê Şîrketa Maya Enerjî ve pêk tê. Li Mêrdînê jî  projeyên RES’ê tê pêkanîn. Li Heskîf a Êlihê jî  Bendava Ilisu ya hatiye çêkirin xweza û dîrok tune kir û gelek gund di bin avê de hiştin. Li Sêrtê  he wiha faliyetên madenê bi taybt li qadên daristanê zêde bûne.