Dengdayîna li navendên hilbijartin li wan hat nûkirin bi dawî bû 2024-06-02 17:00:10       NAVENDA NÛÇEYAN - Li 3 navçe û 4 bajarokên ku YSK’ê biryara dubarekirina hilbijartinê dabû, dengdayîn bi dawî bû.    Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo 3 navçe û 4 bajarokan biryara dubarekirina hilbijartinê dabû û li van navendan dengdayîn dest pê kir. Karûbarê dengdayînê yê li navçeyên Curnê Reş a Rihayê, Pinarbarbaşi ya Kayseriyê û Guzelyurt a Aksarayê û li bajarokên Guneykaya ya navçeya Yildizelî ya Sêwasê, Buyukkariştiran ê navçeya Luleburgaz a Kirklareliyê û Perî ya navçeya Mazgêrt a Dêrsimê ji saet 08.00’an ve ku hat destpêkirin bi dawî bû.   Qedexeya têkildarî hilbijartinan dê heta saet 21.00’ê bidome.